Artêşa Tirk li Stewrê derket operasyonê

Artêşa Tirk li bejahiya Stewrê dest bi operasyona leşkerî kir.

Artêşa Tirk li bejahiya Stewrê dest bi operasyona leşkerî kir.

Li navçeya Mêrdîn Stewrê, operasyoneke berfireh a leşkerî destpê kir. Hejmareke zêde leşker û polîsên tevgera taybet li bejahiya gundên Dengiza, Cirzê, Êwina û Dêrîşê derketin operasyonê.

Hat ragihandin ku operasyonê danê sibê saet di 09:00 de destpê kiriye û hejmareke zêde maşînên zirxî yên bi tîpa akrep li herêmê hatine bicihkirin.

Li van gundan leşkeran nuqteyên kontrolê ava kirin û piştî kontrol û lêgerînê destûr ji derbasbûna wesayîtan re tê dayîn.