Ji Însiyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropayê ji bo piştgiriya HDP’ê bang
Însiyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropayê ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê bang li Kurecîk û Meletiyan kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê û di xebatên hilbijartinê de cih bigirin.
Însiyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropayê ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê bang li Kurecîk û Meletiyan kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê û di xebatên hilbijartinê de cih bigirin.
Însiyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropayê ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê bang li Kurecîk û Meletiyan kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê û di xebatên hilbijartinê de cih bigirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku zêdebûna hejmara parlamenterên CHP’ê çareseriyê pêk nayne û got: “HDP a benda hilbijartinê ya ku hewesa desthilatdariya AKP’ê di dilê wan de hiştiye, muxalefeta çep rêbertiyê ye.”
Însiyatîfa Gel a Kurecik a Ewropayê (AKHİ) der barê hilbijartinên giştî yên di 7’ê Hezîranê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tên daxuyaniyek nivîskî da.
BI ENDAMÊ SERBIXWE Û BOYKOTÊ ENCAM NAYÊ GIRTIN
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev hilbijartin ji bo Meletiyê gelek girîng e û wiha hat gotin: “Encamên di vê hilbijartinê de bên bidestxistin gelek girîng in. Wê destûra bingehîn biguhere yan jî wê piraniyeke ku bibe referandumê pêk bê. Têkoşîna gelên bindest wê qat bi qat zêdetir be.
Ji bo ku AKP şûnde bê xistin û muxalefeta civakî li qadan zindî bê girtin, hilbijartinên 7’ê Hezîranê gelek girîng in. Kampanyayên namzetên serbixwe, tevlîbûna hilbijartinan û boykot encamê nade.”
JI BO HDP’Ê BANG LI KURECÎKÎ Û MELETIYIYAN HAT KIRIN
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Wek hemû rêxistin û partiyên siyasî, Însiyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropayê bi peywireke dîrokî re rû bi rû ye. AKHÎ ji bo hebûna xwe ispat bike, pêş bixe û belav bike, divê vê hilbijartinê wek derfetek dîrokî binirxîne. Di van hilbijartinan de divê Kurecîkî û Meletiyî bi kampanyayek ku daxwazên xwe bi awayekî şênber tîne ziman bang li dengdayîna ji bo HDP’ê bike.
Du aliyên vê hilbijartinê hene. Aliyek desthilatdar û muxalefeta yekbûyî yanî partiyên komara yekparêz diparêzin (AKP, CHP, MHP). Li aliyê din jî HDP ku wekhevî, piranî û azadiyê diparêze heye.
ZÊDEBÛNA DENGÊN CHP’Ê DAWÎ LI DÎKTAYA AKP’Ê NAYNE
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ya hewesa AKP’ê di dilê AKP’ê de bihêle HDP ye û got: “Zêdebûna dengên CHP’ê dawî li dîktaya AKP’ê nayne. Lê HDP a bendê derbas bike û 60-70 parlamenterî bikeve meclîsê wê darbeyek mezin li AKP’ê bixe û wê pêvajoya çareseriyê pêş bixe. HDP bi serketinek mezin wê dawî li dethilatdariya AKP’ê bîne.”
HDP DAXWAZÊN ME LI BER ÇAVAN DIGIRE
AKHÎ da zanîn ku di nava partiyên ku dikevin hilbijartinê de tenê HDP daxwazên wan li ber çavan digire. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Bi taybet li herêmên Elewî lê dijîn gotinên nefretê yên li dijî Kurd û Elewiyên Qizilbaş tê kirin.”
LI KURECÎKÊ CHP BIQEDE WÊ PERGAL BIQEDE
Di daxuyaniyê de CHP hat rexnekirin û wiha hat gotin: “Îro libendemayîna ku parêzvanê komara yekparêz dest ji nêzîkatiya xwe ya îdeolojîk berde, xeyalî ye. Em baş dibînin û dijîn ku ev pergal li Kurecikê bi CHP’ê heye. Polîtîkayên xwe li CHP’ê ferz kiriye û ji bilî vê şansê wê nemaye. Mecbûrê CHP’ê ye. Her kesê Kurecîkî û Meletî divê vê rastiyê bibîne. Tişta em dijîn di rastiyê de şexsê CHP’ê de bi polîtîkayên wê re têkoşîne. Ji ber vê yekê li Kurecîkê windakirina CHP’ê tê wateya ku li Kurecîkê pergal qediyaye.
Em bang li Meletiyên Ewropayê dikin. Divê gel qeydên xwe yan jî qeydên kutukên xwe bikin. Ji aliyê HDP Ewropayê ve malpera înternetê ya http://tr.hdpeurope.eu/ hatiye amadekirin û li ser dikare agahiyên berfireh bê girtin. Dîsa hûn dikarin xwe bigihînin komîsyonên hilbijartinê û agahiyan bigirin.
Li aliyê din jî Însiyatîfê da zanîn ku wê li eyaleta Ren Westfalia a Bakurê Elmanyayê ji bo piştevaniya bi namzetên HDP’ê yên Meletiyê re wê şeveke piştevaniyê pêk bînin û banga girtina bîletan hat kirin.