Faşîstan li Zanîngeha Enqereyê bi çekê êrîş kirin
Li Fakulteya Ziman Dîrok û Cografya de, ji ber êrîşa faşîstan wezîfedarekî ewlekariyê yê taybet û du xwendekarên welatparêz-demokrat birîndar bûn.

Li dû betlaneya sê rojan a li Fakulteya Ziman Dîrok û Cografya ya Zanîngeha Enqereyê, faşîstên nîjadperest bi çekê ketin nava dibistanê û gule li derdorê reşandin. Ji faşîstên li xwaringehê êrîşî xwendekarên welatparêz-demokrat kirin, faşîstê bi navê Ûfûk Denîz 4 caran gule berda xwendekaran. Di êrîşa çekdarî de wezîfedarekî taybet ê ewlekariyê ji her du lingên xwe birîndar bû û di dema pevçûnê de xwendekarên welatparêz-demokrat ên bi navê Mehmet Salîh û Halî Îbrahîm Gunduzalp birîndar bûn.
BINÇAVKIRÎ HENE
Li dû bûyerê ambûlans çûn dibistanê. Hat ragihandin ku hin kes hatine binçavkirin.
Ji ber daliqandina afîşên heqaretê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, li Fakulteya Ziman Dîrok û Cografyayê alozî derketibû û perwerde ji bo 3 rojan hatibû rawestandin.