Ji Awûstûryayê 'Qanûna Îslamê' ya nû: Tirkiye nema dikare mele bişîne
Parlamenta Awûstûryayê, ji bo pêşî li rêxistinbûyînên olî yên tund bigire, qanûneke nû derxist.
Parlamenta Awûstûryayê, ji bo pêşî li rêxistinbûyînên olî yên tund bigire, qanûneke nû derxist.
Parlamenta Awûstûryayê, ji bo pêşî li rêxistinbûyînên olî yên tund bigire, qanûneke nû derxist. Bi vê qanûnê re ji bo jiyana olî ya Misilmanên li welêt hin guhertinan dike, ji bo saziyên Îslamî ji welatekî biyanî alîkariya madî û anîna mele tê qedexekirin.
Komkujiyên çeteyên DAIŞ û El Nûsra yên li Sûriye û Iraqê û tevlîbûna bi hezaran çeteyan ji welatên Ewropayê, Awûstûrya xist nava tevgerê. Bi dengdana li parlamentê re qanûna ku tê îdîakirin 'Armanc; Îslam bi modela Ewropayê ye' ku Misilmanên li vî welatî eleqedar dike, hat erêkirin.
Li gorî qanûna nû, ku di encama nûkirina qanûneke sala 1912'an hat derxistin, saziyên Îslamî wê weke saziyên hiqûqa cemaweriyê ya Awûstûryayê bên qeydkirin.
Bi qanûnê re tê xwestin ku mele û waizên li welêt werin gihandin. Her wiha dayîna mehaneyên meleyan ji welatên biyanî jî tê qedexekirin.
Bi qanûna nû re, wê li saziyên dewletê ji bo destekkirina takekesan oldarên Misilman bên wezîfedarkirin. Her wiha wê li nexweşxane û klînîkan, pîvanên ola Îslamê ji bo Misilmanan li ber çavan werin girtin.
Wezîrê Karên Derve û Entegrasyonê yê Awûstûryayê Sebastîna Kûrz dabû xuyakirin ku bi vê qanûna nû re tê xwestin; ji Misilmanan re hîn bêhtir maf bên dayîn û 'pêşî li meylên şaş were girtin.'
Welatê ku herî zêde nerazîbûn nîşanî vê qanûnê da Tirkiye bû, ku Tirkiye li ser bingeha polîtîkayên xwe yên dewletê û îdeolojiya xwe ya fermî, meleyên perwerdekirî dişîne gelek welatan. Hin saziyên Îslamî yên li welêt diyar kirin ku ew ê li Dadgeha Destûra Bingehîn li dijî qanûnê dozê vekin. Lê belê saziya herî girîng a Îslamî ya li welêt Yekîtiya Îslamê ya Awûstûryayê destekê dide qanûnê.
Herat roja îro tê gotin ku ji Awûstûryayê 200 kes tevlî DAIŞ'ê bûne û di nava nifûsa xwe ya ji 8,5 mîlyonî bi qasî 500 hezar Misilman hene.