Koç: Penaberên siyasî dikarin dengên xwe bikar bînin
Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç, diyar kir ku penaberên siyasî yên li Elmanyayê dijîn di hilbijartinan de dikarin dengên xwe bikar bînin.
Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç, diyar kir ku penaberên siyasî yên li Elmanyayê dijîn di hilbijartinan de dikarin dengên xwe bikar bînin.
Li bajarê Koln a Elmanyayê komîsyonên hilbijartinê hatin cem hev. Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç, da zanîn ku yek ji mijarên ku herî zêde di xebatên hilbijartinê yên Ewropayê de tên nîqaşkirin ev e ku ‘penaberên siyasî dikarin dengan bikar bînin?’. Koç wiha got: “Penaberên siyasî yên li Elmanyayê dijîn naxwazin biçin sefaretxaneyan. Me ji bo ku vê mijarê berfireh lêkolîn kir, wek heyeta NAV-DEM û HDP’ê bi sefaretxaneyan re hevdîtin kir. Di encama lêkolînên me de derket holê ku penaberên siyasî jî xwedî mafê derxistina nasnameyê ne. Ji ber vê jî mafê rûniştina wan a siyasî bi ti awayî zerarê nabîne.”
Koç der barê qeydên hilbijêran de wiha got: “Lîsteyên kutuka hilbijêran wê di 14’ê Adarê de bên daliqandin û heta 27'ê Adarê wê bimîne. Ger navê we di lîsteyê de tinebe hûn nekarin dengan bikar bînin. Yên navê wan di lîsteyê de tine ne, herî dereng heta 27’ê Adarê dikarin biçin sefaretxaneyan û pirsgirêkê çareser bikin. An jî keda ku didin wê vala biçe.”