Pisporê Rojhilata Navîn rojnamevan Fehîm Taştekîn, înkara hikûmeta AKP'ê ya alîkariya hêzên YPG'ê di veguhastina Tirba Silêman Şah de ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir ku hikûmet bi refleksên klasîk ên dewletê tevgeriya ye, polîtîkayeke durist nemeşandiye û anî ziman, ku li şûna vê divê Rojava nas bike û spasiyên xwe pêşkêşî YPG'ê bike. Taştekîn, bicihbûna li gundê Aşmê û îlankirina qada li vê derê weke xaka Tirkiyeyê nirxand û bibîr xist ku ev yek ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve tê wateya xesp û dagirkeriyê.
Taştekîn ragihand ku du sedem li pişt înkara hikûmetê heye û got, "Naxwazin îmaja 'artêşa Tirk mezin e, xwedî wê hêzê ye ku dikare her tiştî bike' ya afirandibûn, xera bibe. Ya yekemîn ev. Ya duyemîn jî ew e ku PYD, YPG, YPJ hemû weke 'terorîst' îlan kiribûn û ji ber ku hevkariya bi van rêxistinbûyînên weke 'terorê' bi nav kirine ji bo wan nakokiye, siyaseta înkarê dimeşînin."
Taştekîn got, "Hikûmetê eger ji destpêkê ve ji bo PYD, YPG û YPJ'ê re karîbûya bigota rêxistinbûyînên xweser û azad ên Sûriyeyê ne, wê pêwîstî bi van hemûyan nebûya" û bibîr xist, ku li şûna vê PYD destpêkê weke maşika rejîma Sûriyeyê nîşanî raya giştî da, piştre mîna baskekî PKK'ê da naskirin, herî dawî jî piştî ku DAIŞ ket dewrê ji raya giştî re got DAIŞ û PYD weke hev in. Taştekîn diyar kir ku vê hişmendiya hikûmetê rê li ber vekir, cih li hikûmetê teng kiriye û got, "Eger di vê mijarê de hîn bêhtir bi aqilane tevbigeriya, wê di mijara operasyona Tirba Silêman Şah de îro hîn bêhtir bi duristî nêzî alîkariya PYD'ê bibûya. Lê belê ji ber şensê xwe yê duristiyê nemaye, bi van derewan dewam dike."
BI VÊ HELWESTA DIJMINANE YA AKP'Ê RE DANÛSTANDIN BI HEV RE NAMEŞIN
Taştekîn da zanîn ku danûstandinên hikûmetê yên bi PYD'ê re, têkiliyek di çarçoveya dostaniyê de nîne û bibîr xist ku ev helwesta dijminane ya hikûmetê bi danûstandinan re li gel hev nameşe. Taştekîn ragihand ku hikûmet li dijî kantonên Rojava yan jî yek ji van kantonan li dijî Kobanê yekser di nava şer de nîne, lê belê bi awayekî sergirtî şer dimeşîne. Taştekîn got, "Hikûmetê, destpêkê Artêşa Azad a Sûriyeyê û hin eşîrên herêmî li dijî Kurdan bikar anî, dûre DAIŞ bikar anî. Li aliyê din jî, tevî ku ne bi dilê xwe bû jî neçar ma destûrê bide alîkariya însanî û derbasbûna çekan. Mirov dikare bêje ku xwîn verşiya û ji vê re got erê." Taştekîn da xuyakirin ku bi nakokiyeke bi vî rengî re têkilî nikare dewam bike û destnîşan kir, ku kolandina xendekan di roja îro de, nîşan dide ku dijminatiya hikûmetê li Kobanê mayînde ye.
'DERENG AN JÎ ZÛ, TIRKIYE WÊ ROJAVA NAS BIKE'
Taştekîn anî ziman ku ev polîtîkaya ne samîmî wê bandoreke neyînî li têkiliyan bike û got, "Vê rêxistinbûyînê ji destpêkê ve ji her alî ve garantiya ewlekariyê da. Lewma nîşandana vê rêxistinbûyînê ji destpêkê ve weke 'terorîst' ne karê biaqilan e. Berdêla vê wê di dema pêş de dîsa ji aliyê Tirkiyeyê ve bê dayîn." Taştekîn da zanîn ku hikûmet, pêvajoya çareseriyê ya di hundir de dewam dike gelekî zêde bi Rojava ve girêdayî dimîne û got, "Bêguman pêwendiya xwe heye, lê belê bi dîtina min ev pêwendî erênî ye. Hikûmeta ku difikire 'naskirina Roajva û mayîndebûna rewşa heyî wê destê Kurdan xurt bike û Tirkiyeyê qels bike', di vir de şaştiyeke ramanê dike. Lewma siyaseta heyî ya înkarê ya li Tirkiyeyê dixwaze li hemberî Kurdên li welatekî din dijîn bikar bîne." Taştekîn bibîr xist ku li hemberî Kurdên li Başûrê Kurdistanê hikûmet bi heman polîtîkaya nakok nêz bû, b salan zimanekî biçûkxistinê bikar anî û destnîşan kir, ku bi guhertina kar re rêveberiya Başûrê Kurdistanê veguherî hevalbendekî.
Taştekîn got, "Hêzeke ku tu yê piştî 20 salan bibe hevalbendê wê, ne hewceye ku 20 salan dijminatî lê bê kirin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Her wiha Kurdên Rojavayî ji aliyê sosyolojîk û dîrokî ve ji Kurdên li Başûrê Kurdistanê bêhtir têkiliya xwe bi Tirkiyeyê re hene. Lewma aştî û lihevkirina bi wê herêmê re, wê rêya lihevkirina bi Kurdên li Tirkiyeyê re veke. Lê mixabin hikûmet bi refleksên klasîk ên dewletê re nekarî vê şîroveya bi aqilane bike. Aşkera ye ku rewşa li Sûriyeyê wê ti carî ne li gorî dilê wê be û di dawiyê de çi zû çi dereng wê neçar bimîne Rojava nas bike. Lê bi windahiya 20 salan, bi dijminatiyeke mezintir re..."
'DIVÊ HIKÛMET JI YPG'Ê RE SPAS BIKE'
Taştekîn daxuyaniya Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ya ku qada li gundê Aşmê ya Tirba Silêman Şah wê lê bê anîn weke xaka Tirkiyeyê îlan kir nirxand û destnîşan kir ku ev yek ji aliyê hikûmeta navneteweyî ve xesp û dagirkerî ye. Taştekîn da xuyakirin ku bêyî îmzekirina peymanekê, ragihandina parçeyek ji xaka welatekî din weke xaka xwe, tiştekî xeyalî ye û destnîşan kir ku Aşmê di heman demê de milkekî taybet e lewma ev dagirkerî dibe ku weke dizîtiyê jî were dîtin. Taştekîn faktorên bûn sedema vê xesp û dagirkeriyê anî ziman û got, "Ya yekemîn DAIŞ êdî di nava xaka Tirkiyeyê de bûye gefek. Ji ber ku Tirkiye wê neçar bimîne tevkariyê li koalîsyona navneteweyî bike û ditirse ku bibe hedefa DAIŞ'ê. Ya duyemîn; bê dilê wê be jî Tirkiyeyê destûr da derbasbûna pêşmergeyan û çekan, bi vî rengî tevkarî li rizgariya Kobanê kir. Lewma DAIŞ ji Tirkiyeyê aciz e, bi hêrs e. Faktora sêyemîn jî; koalîsyona navneteweyî wê di meha Gulan an jî Hezîranê de li hemberî DAIŞ'ê dest bi operasyoneke berfireh bike. Beriya wê operasyonê ji bo koz nede DAIŞ'ê leşkerên xwe vekişand."
Taştekîn ew gengaziya 'Tirkiyeyê herêma tampon a nekarî bi DAIŞ'ê re pêk bîne, bi veguhastina Tirba Silêman Şah re dixwaze pêk bîne' weke nêrîneke rast nabîne û qebûla fermandarên YPG'ê li Qesra Elysees ji aliyê Serokkomarê Fransayê Hollande ve bibîr xist. Taştekîn da zanîn ku hêzên YPG'ê ji aliyê civaka navneteweyî ve roj bi roj bêhtir tên naskirin û destnîşan kir, ku di rewşeke bi vî rengî de Tirkiye nikare bikeve nava hewldaneke berevajî, hêza xwe nîne vê bike. Taştekîn bibîr xist ku ya ku îro Fransa dike, Tirkiye bi awayekî veşartî, bi înkarkirinê dike û got, "Divê Tirkiye têkilî û danûstandinên xwe yên bi hêzên YPG'ê re bi awayekî vekirî bike û ji Kurdan re spas bike."