Balafireke din a leşkerî ket xwarê: 2 pîlot mirin
Li Konyayê di 'Tetbîqata 2015 a Bazê TURAZ' de balafireke şer ket xwarê û 2 pîlot mirin.
Li Konyayê di 'Tetbîqata 2015 a Bazê TURAZ' de balafireke şer ket xwarê û 2 pîlot mirin.
Li Konyayê di 'Tetbîqata 2015 a Bazê TURAZ' de, ku ji aliyê hêzên hewayî yên Tirk û Azerbaycanê ve li Qada Hewayî ya Teyrê Anatolî ya 3. Fermandariya Bargeha Jet a Bingehîn, balafireke şer ket xwarê û 2 pîlot mirin.
Li Konyayê di roja destpêkê ya tetbîqata 02'ê Adar-02'ê Nîsana 2015'an de, saet di 09:50 de li kîlometreya 22. a rêya bejahî ya Konya-Aksarayê li herêma Ortakonakê balafireke perwerdeyê ket xwarê. Ekîbên rizgarkirinê ji herêmê re hatin şandin.
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Tirk bi daxuyaniyekê mirina du pîlotan piştrast kir û diyar kir ku der barê mijarê de lêpirsîna îdarî û edlî hatiye destpêkirin.