Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Tirkên Afro Yalçin Yanik bal kişand ser daxuyaniya HDP'ê ya bi Hikûmeta AKP'ê re kir û ji hikûmetê xwest, ku der heqê 10 xalan de gavê biavêje û 'Pakêta Ewlekariya Hundir' betal bike. Yanik destnîşan kir ku qonaxa heyî ya pêvajoyê ne bi qenciya AKP'ê bi têkoşîna gelan bi dest ketiye.
'HIKÛMETÊ PÊŞKÊŞ NEKIR, GELAN BI TÊKOŞÎNÊ QEZENÇ KIRIN'
Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Tirkên Afro Yalçin Yanik ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku divê destûra bingehîn bê guhertin û ev destûra bingehîn hemû gelan, karker û kedkaran bigire nava xwe. Yanik got, "Li welêt, desthilatdariya siyasî çawa be, destûra bingehîn jî li gorî wê dibe. Rêveberan bi destûreke bingehîn a paşverû ya 12'ê Îlonê re ji xwe re desthilatdariyeke ewçend paşverû derxistin holê. Di rewşeke ku destûra bingehîn a 12'ê Îlonê hînê heye de, ne pêkane ku bi hikûmeteke ji vî mejî, destûreke bingehîn a azadîparêz û alîgirê karker û kedkaran bê çêkirin."
Yanik ragihand ku pêvajoya aştiyê ji bo karker, kedkar û azadîxwazan avantajeke mezin e û axaftina xwe bi van gotinan dewam kir: "Heta pirsgirêka Kurd hebe ne pêkane karker û kedkar bigihêjin azadiya xwe. Qet nebe derfetên karibe nefesekê bide wan, hinekî wan bi pêş ve bibe, bi vê pêvajoya aştiyê re derketine holê. Ev yek, bêguman ne tiştekî ku dewletê pêşkêş kiriye ye, nuqteyeke ku mirovên têdikoşin afirandiye. Mafê herî xwezayî yê mirovên şer dikin, daxwaza aştiyê ye. Dewlet jî mîna ku ew vê daxwazê pêşkêş dike, mîna ku alîgirê aştî û azadiyê ye, hewl dide xwe nîşan bide. Mafên ku gelên bindest bi şer û têkoşînê bi dest xistine, hikûmet hewl dide bike malê xwe."
'JI BO TIRKÊN AFRO JÎ GIRÎNG E'
Yanik got, "Bi taybetî Tirkên me yên Afro, Elewî, Roman, Çerkes û gelên din ên li vî welatî rastî cihêkariyê tên, divê destekê bidin pêvajoyê. Ji bo me Tirkên Afro jî ev pêvajo gelekî girîng e. Bi vê pêvajoyê re haya me ji hin rastiyan çêbû. Komeleya me xwedî paşerojeke 10 salî ye, halbûkî ev 200 sal in em li ser vê xakê dijîn. Dibe ku li naverastê mirovên ji rengê reş nagere, lê belê dema mirov li gelemperiya vî welatî binêrin bi taybetî jî li Herêma Egeyê hejmara me ne kêm e."
'PAKÊT XETERE YE, DIVÊ HIKÛMET JI BO PÊVAJOYÊ GAVÊ BIAVÊJE'
Yanik diyar kir ku pêvajoya aştiyê, ji bo rizgarkirina Rojhilata Navîn ji barbarhezan gelekî girîng e û rexne kir ku hikûmeta AKP'ê hînê sînyala gavavêtinê nîşan nedaye.
Yanik got, "Bendemayîna avêtina gavên AKP'ê, mafê herî xwezayî yê mirovan e. Ji ber ku hikûmeta siyasî desthilatdara bi tena serê xwe dewletê bi rê ve dibe ye û li Meclîsê xwedî hêzeke arîtmetîk e. Lê belê hikûmet hînê neketiye nava hewldaneke ji bo gavavêtinê" û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Hewldanên derbaskirina Pakêta Ewlekariya Hundir ji Meclîsê, hevnegirtî û xeteriyeke mezin e. Ji qanûnên 12'ê Îlonê bêhtir xetere ye. Divê pakêt bê betalkirin. Pêwîste hikûmet dest ji barbariya xwe berde, ji bo pêvajoyê gavê biavêje û pêvajoyê xurt bike."
'DIVÊ EM ZEXTÊ LI HIKÛMETÊ BIKIN'
Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Tirkên Afro Yalçin Yanik da xuyakirin ku divê gel jî ji bo destûra bingehîn a demokratîk bikevin nav hewldanan, têkoşîna xwe xurt bikin û di mijara aştiyê de zextê li hikûmetê bikin."