Biryara ji bo rakirina mafê 'destlênedanê' ya parlamentera Elman Nicole Gohlke ya ji ber rakirina ala PKK'ê der heqê wê de hatibû dayîn, ji aliyê Meclîsa Federal ve hat qebûlkirin. Ji bo protestokirina vê biryarê wekîlê Partiya Çep Jan Van Aken ala PKK'ê vekir û got, "Kobanê bi vê alê azad bû."
Endama Meclîsa Federal a Elmanya Nicole Gohlke, di çalakiya piştevaniya Kobanê ya 18'ê Cotmehê li Munchenê de, bi vekirina ala PKK'ê re helwesta Elmanya ya li hemberî PKK'ê protesto kiribû. Di hefteya destpêkê ya meha Mijdarê de jî Komîsyona Destlênedanê ya Meclîsa Federal biryar dabû ku mafê destlênedana parlamenteriya Gohlke bê rakirin.
AKEN: DOSYA DESTLÊNEDANÊ BEREDAYÎ YE
Dosya 'mafê destlêdanê' ya Gohlke, îro li civata giştî hat nirxandin. Di vê rûniştinê de Parlamenterê Partiya Çep Jan van Aken mafê axaftinê kir û polîtîkayên hikûmeta Merkel ên li hemberî PKK'ê bi tundî rexne kir. Aken bibîr xist ku ji ber vekirina ala PKK'ê der heqê Gohlke de biryara rakirina mafê destlênedanê hatiye dayîn û wiha axivî:
"Em li dijî rakirina mafê destlênedanê derkevin, ji ber ku PKK têkoşîneke bi bandor li dijî DAIŞ'ê dimeşîne. Her wiha PKK bi salane agirbest îlan kiriye û hikûmeta Tirk bi lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan re muzakereyê ji bo aştiyê dike. Ji ber vê yekê ez dosya destlênedanê beredayî dibînim. Ji bo bibînim ka kîjan al qedexe ye min li raporên Rêxistina Parastinê ya Destûra Bingehîn temaşe kir û min al dît."
Aken piştî van gotinan ala PKK'ê ya li ser kaxiza ji mezinahiya A4 a bi xwe re anî bû nîşanî civata giştî da û got, "Yên di binê vê alê de şer dikin, bi sed hezaran Êzidî rizgar kirin û Kobanê bi vê alê re azad bû." Lê belê Alîkara Serokê Meclîsa Federal Edelgard Bulmahn dest li Aken werda.
'BILA DESTLÊNEDANA KAUDER JÎ BÊ RAKIRIN'
Li ser destwerdana Bulmahn a bi gotina "Birêz Aken ji kerema xwe re wê alê deynin" Aken got, "Ez dixwazim axaftina xwe bidomînim." Wekîlê Partiya Çep Aken da xuyakirin ku DYA alîkarî da şervanên di binê vê alê de li Kobanê şer dikin û xwest mafê destlêdanê yê Alîkarê Serokê Koma CDU/CSU Volker Kauder jî bê rakirin.
Aken axaftina xwe wiha dewam kir: "Birêz Kauder, em destlênedana we jî rakin. Me jî xwestibûn çek ji PKK'ê re were şandin û nîqaşek dabûn destpêkirin. Eger hûn bi vî mejî biçin hûn ê bibin kesê dixwaze destekê bide rêxistineke terorîst. Birêz Kauder em li hemberî rakirina destlêdana Gohlke derkevin. Kauder û Gohlke bi tenê nînin. Li Elmanyayê bi sed hezaran kes, tevî ku bi krîmînalîzebûnê re rû bi rû ne, bi awayekî vekirî sempatiya xwe ya ji bo PKK'ê nîşan didin."
PARTIYÊN HIKÛMETÊ GOTIN 'ERÊ', KESKIYAN 'BÊALÎ' MAN
Piştre Alîkarê Serokê Koma CDU/CDU Volker Kauder mafê axaftinê girt û bersiv da gotinên Aken. Kauder got, "Di jiyana xwe de yekemcar ez li Meclîsa Federal li tiştekî bi vî rengî rast têm. Kauder diyar kir ku der heqê wî de biryareke lêpirsînê nîne û biryara rakirina destlênedanê ya Gohlke parast.
Di rûniştinê de Serokê Koma Partiya Çep Gregor Gysi mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku eger biryara rakirina destlênedanê neyê erêkirin, ev yek wê ji civakê re bibe mesajeke girîng. Li ser navê Partiya Keskan Brîtta Hasselmann jî diyar kir ku divê siyaset nebe navgîneke hiqûqê û anî ziman ku weke partî ew ê di dengdanê de bêalî bin.
Li dû nîqaşa 20 deqeyan biryara li hemberî Nicole Gohlke pêşkêşî dengdanê hat kirin û di dengdanê de partiyên hikûmeta koalîsyonê CDU/CSU û SPD dengê 'erê' bikar anîn û endamên partiya Keskan bê alî man. Koma Partiya Çep jî bi awayekî komî ji biryarê re gotin 'na'.
Piştî vê prosedura îro ya li Meclîsê, dozgeriya Munchenê wê êdî karibe der heqê Gohlke de lêpirsîna cezaî bide destpêkirin.