Çeteyên DAIŞ'ê Nemrûd a antîk bi buldozeran hildiweşînin

Dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê, Nemrûd a antîk a li Iraqê bi buldozeran hildiweşînin.

Dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê, Nemrûd a antîk a li Iraqê bi buldozeran hildiweşînin. 

Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê duh piştî nîvro xwe gihandine herêmê û bi buldorzeran bermayînên dîrokî hilweşandine.

Rayedarekî ji antîka berpirsyar diyar kir ku êrîşên DAIŞ'ê yên ji bo hilweşandinê duh piştî nîvro destpê kirine.

Berpirsyar got, "Em niha nikarin asta zerara li Nemrûdê hatiye kirin tespît bikin" û da zanîn ku ji bo barkirina bermayînên hatin hilweşandin, çeteyan qemyon birine herêmê.

Bajarê Nemrûdê yê li qiraxa Çemê Dîcleyê, beriya zayînê di sedsala 13'an de hatibû avakirin. Nemrûd 30 kîlometre li başûrê Mûsilê ye.

Dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê da xuyakirin, ku piştî Nemrûdê hedefa wan bajarê Hatra ye, ku di lîsteya mîrateyên cîhanê ya UNESCO de cih digire.