Ulusoy: Ji bo pêvajoyê têkoşîn wê bidome

Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy, ji bo daxuyaniya ku hevpar a HDP û AKP'ê ya li ser pêvajoyê got: “Hikûmet, li pêşberî hêza têkoşîna azadî û aştiyê, li pêşberî asta nû ya têkoşîna gelê Kurd, neçar ma vê daxuyaniyê bide.”

Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy, ji bo daxuyaniya ku hevpar a HDP û AKP'ê ya li ser pêvajoyê got: “Hikûmet, li pêşberî hêza têkoşîna azadî û aştiyê, li pêşberî asta nû ya têkoşîna gelê Kurd, neçar ma vê daxuyaniyê bide.” Ulusoy got: “Bêçekbûn ne fikra sereke ya vê daxuyaniyê ye. Encameke wê ya heyî ye. Pêşketine pêvajoyê bi têkoşînek bandor pêkane.”

Daxuyaniya ku hefteya buhrî heyeta Îmraliyê û AKP’ê hevpar da û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo PKK’ê hê di rojevê de ye. 

Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.

AKP BI ZORÊ LI WÊ MASEYÊ RÛNIŞT

Ulusoy bal kişand ser daxuyaniya hevpar a HDP û AKP’ê û got: “Hikûmet li dijî hêza têkoşîna azadî û aştî, û têkoşîna gelê Kurd neçar ma vê daxuyanyê bide. Amadekarî û îradeya Qendîlê, HDP ya ku bi roj roj zêdetir dibe hêviya gel, atmosfera pozîtîf a di encama vê de pêk hat, AKP neçarî vê rewşê hişt.

Em vegerin li berê binêrin; destpêkê xwest gerîla tine bike lê nebû. Xwest tevgera gel biçewisîne lê nebû. Operasyonên KCK’ê pêk anî dîsa nebû. Plan û pêkanînên wan di destê wan de teqiyan. Tevgera azadiyê hemû pêngavên wan vala derxist.
Serketina şoreşa Rojava, hemû plan û lîstikên AKP’ê vala derxist. Li Bakur jî destê têkoşîna azadî û aştiyê xurt kir. Di vê demê de AKP’ê di polîtîkayên navneteweyî de jî îflas kir û tenê ma. Polîtîkayên wan ên di mijara DAIŞ’ê de jî riziyan. PKK jî  bi taybet di pêvajoya berxwedana Kobanê de rewabûn qezenc kir. Li aliyê din jî ev pêvajo li AKP’ê ferz kir.”

Ulusoy bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo PKK’ê û got: “Destpêkê ez vê bêjim, meseleya bêçekbûnê ne fikra sereke ya vê daxuyaniyê ye. Ev encameke heyî ye. Ji bilî vê bi giştî wê pêvajo li gorî gavên AKP’ê teşeyê bigire. Divê em vê jî bêjin ku, di gavên bên avêtin de jî bi giştî bêçekbûna PKK’ê ne rastiyek rojevî ye. Di encama gavên bên avêtin de ev ji bo Bakurê Kurdistanê dikare derbasdar be.

Asta ku pêvajo niha lê ye, hêza têkoşîna azadiya Kurd û hêza aştî û azadiyê ya gelên me nîşan dide. Vê hikûmet neçar hiştiye. Em dikarin vê bêjin, ev têkoşînên mezin dikarin bibin encamêm mezin.”

DIVÊ PAKÊT ŞÛNDE BÊ KIŞANDIN

Ulusoy got piştî vê daxuyaniyê divê hikûmet ‘Pakêta Ewlekariya Hundir’ vekişîne û ya duyemîn jî divê girtiyên nexweş demildest berde û got: “Ligel vê ji bo muzakere bê meşandin divê şert û mercên Ocalan demildest bên başkirin. Ev jî wê pêşveçûna pêvajoyê diyar bike.”

JI BO EM BI AKP’Ê BAWER BIKIN SEDEM TINE NE

Ulusoy bi lêv kir ku ji bo baweriya xwe bi AKP’ê bînin ti sedem tine ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îradeya çareseriyê ya hikûmetê tine. Xuya ye ku AKP girêdayî bernameya xwe ya civakî-polîtîk li maseya muzakereyê rûnane. Gavek berê jî min got, AKP neçar ma û ji ber vê li maseyê rûdine. Ji ber vê jî divê em baldar bin. AKP dikare li gorî hesabên xwe gavan bavêje. Li gorî xwe provokasyonan rêxistin bike. Ji bo pêşketina pêvajoyê hewcedarî bi têkoşînek bandor heye.”

Ulusoy axaftina xwe wiha berdewam kir: “Helwesta tevgera azadiya Kurd a li gel aştiyê û ev îradeya ku ji bo zêde xwîn neyê rijandin hatiye nîşandan, bêguman wê eleqe, sempatî û baweriya li dijî HDP’ê zêde bike. Çarçoveya muzakereyê ya bi 10 xalan hatiye îfadekirin re, daxwazên demokratîk yên gelê Kurd û  her wiha qezenckirina mafên jinan, bawerî û civakan jî hedef dike.Em partiya ESP’ê jî piştgiriyê didin HDP’ê û bang dikin ku deng ji bo HDP’ê bên dayîn.”

Ulusoy da zanîn ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê AKP ji parlamentoyê bigire heta kolanê û her qadê zor lê bêkirin û got: “Divê zor li AKP’ê bêkirin ku ji bo Kobanê korîdor bê vekirin. Divê têkoşîna xweseriya demokratîk bê xurtkirin.”