Ji ÎGÎF'ê ji bo hilbijartinê û wezîfeyên şoreşgerî panel
Li ser navê ÎGÎF'ê Huseyîn Yeter ê di panelên bi mijara "Hilbijartin û Wezîfeyên me yên Şoreşgerî" de axivî û destnîşan kir ku PKK li Rojhilata Navîn hêzeke gelekî girîng e.
Li ser navê ÎGÎF'ê Huseyîn Yeter ê di panelên bi mijara "Hilbijartin û Wezîfeyên me yên Şoreşgerî" de axivî û destnîşan kir ku PKK li Rojhilata Navîn hêzeke gelekî girîng e.
Li ser navê ÎGÎF'ê Huseyîn Yeter ê di panelên bi mijara "Hilbijartin û Wezîfeyên me yên Şoreşgerî" de axivî û destnîşan kir ku PKK li Rojhilata Navîn hêzeke gelekî girîng e. Yeter bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku KCK'ê pêvajo ber bi aliyê ve xwe vekişandiye. Yeter xwest di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destek ji HDP'ê re were dayîn û têkilî bi karker û kedkarên koçber re were danîn.
Federasyona Karkerên Koçber li Swîsreyê (ÎGÎF) li Bern û Zurichê panelên bi mijara 'Hilbijartin û Wezîfeyên Şoreşgerî' lidar xist.
Li ser navê ÎGÎF'ê Huseyîn Yeter di axaftina xwe ya li panelan de bal kişand ser bûyer û rewşa li Rojava, Rojhilata Navîn û gelemperiya herêmê. Yeter girîngiya têkoşîna hevpar destnîşan kir.'
'PKK TÊKOŞÎNEKE MEZIN DIMEŞÎNE'
Yeter bi bîranîna Elîşêr Dêrsim û şervanên din ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftina xwe kir û got, "Rojhilata Navîn zeviyekî mayîn e û her dest li vir heye. Lê belê li hemberî vê yekê tevgera Kurd û tevgera şoreşgerî li ber xwe didin. PKK li vir hêzeke gelekî girîng e. Têkoşîneke mezin dimeşîne."
'KCK'Ê PÊVAJO BER BI ALIYÊ XWE VE KIŞAND'
Yeter da xuyakirin ku AKP dixwaze di pêvajoya çareseriyê de polîtîkaya mijûlkirinê bimeşîne, lê belê KCK'ê li hemberî vê yekê pêvajo ber bi aliyê xwe ve kişandiye û vê yekê jî zor daye AKP'ê. Yeter bal kişand ser çêkirina qereqolan û hewldanên derxistina 'Pakêta Ewlekariya Hundir' ji aliyê AKP'ê ve û anî ziman ku dema pêş wê bi têkoşîneke dijwar derbas bibe.
'DIVÊ JI BO HDP'Ê HER KES BI BERPIRSYARÎ RABE'
Yeter diyar kir ku HDP û hilbijartin ji bo pêşvebirina têkoşînê û rêxistinbûyînê derfetên mezin afirandiye û destnîşan kir, ku girîng e HDP di hilbijartinan de bê destekkirin. Yeter ragihand ku divê bi karker û kedkarên koçber re têkilî were danîn û HDP bi awayekî xurt ji girseyan re bê vegotin.