'Bihara Ereb bi kêrî Îsraîlê hat'
Ji Yekîtiya Komîteya Jinên Fîlîstînê (UPWC) Abeer Abukheir, di axaftina xwe ya li 'Konferansa Aştiya Rojhilata Navîn' a KESK'ê de diyar kir, ku 'Bihara Ereb' a hêvî da tevahiya Rojhilata Navîn prjojeya DYA ye.
Ji Yekîtiya Komîteya Jinên Fîlîstînê (UPWC) Abeer Abukheir, di axaftina xwe ya li 'Konferansa Aştiya Rojhilata Navîn' a KESK'ê de diyar kir, ku 'Bihara Ereb' a hêvî da tevahiya Rojhilata Navîn prjojeya DYA ye.
Ji Yekîtiya Komîteya Jinên Fîlîstînê (UPWC) Abeer Abukheir, di axaftina xwe ya li 'Konferansa Aştiya Rojhilata Navîn' a KESK'ê de diyar kir, ku 'Bihara Ereb' a hêvî da tevahiya Rojhilata Navîn prjojeya DYA ye.
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) li Stenbolê bi mijara "Konferansa Aştiyê ya Rojhilata Navîn" lidar xist. Ji Yekîtiya Komîteya Jinên Fîlîstînê (UPWC) Abeer Abukheir a beşdarî rûniştina 'Pirsgirêka Fîlîstînê û aştî' bû, li ser destpêk û veguherîna 'Bihara Ereb' axivî. Abukhdeir da xuyakirin ku îsyana di destpêkê de hêvî da wan, piştî demeke kurt derket holê ku projeyeke DYA ye.
FÎLÎSTÎNIYAN BIHARA EREB NEJIYAN
Abukhdeir bi gotina "Weke Fîlîstînî em Bihara Ereb nejiyan' dest bi axaftina xwe kir û got, "Her çend otorîteyeke xwe hebe jî Fîlîstîn hînê di bin dagirkeriyê de ye. Bihara Ereb li Tûnis û Misirê destpê kir. Di destpêkê de me erênî dît û hêvî da me. Em li bendê bûn ku ev yek dawî li dagirkeriya li hemberî me jî bîne. Di destpêkê de hêvî dida û populer bû. Bi demê re me dît ku li yên li Tûnis, Misir, Lîbya û yên li cihên din ev tevger dan destpêkirin, der heqê pêşerojê de xwedî plan nînin. Stratejiyeke wan a ji bo qonaxa pêş nebû. Dûre ev Îslamiya populer bikar anîn."
DYA ÎSLAMÎ BIKAR ANÎ
Abukhdeir da xuyakirin ku DYA tevgerên Îslamî li nava vê îsyanê bicih kiriye û got, "Îslamî ji bo armancên xwe bikar anîn û piştî demekê me dît ku li pişt wê emperyalîzm heye. Me dît ku Amerîka Îslamî li nava vê tevgerê bicih kir. Bi taybetî behsa DYA dikim, ji ber ku li van welatên xizan aborî bi DYA ve girêdayî ye. Amerîka ji bo aboriya van kontrol bike, dixwaze her tiştî kontrol bike. Dixwaze her tişt di destê wan de be. Bi taybetî jî welatên kendavê, ji ber petrolê."
ÎSRAÎL DI VÊ PÊVAJOYÊ DE XURT BÛ
Abukhdeir da zanîn ku DYA dixwaze di nava welatên Ereb de dewleta Îsraîlê xurt be û axaftina xwe wiha dewam kir: "DYA dixwaze hemû welatên Ereb bi Îsraîlê re bikevin nava têkiliyê, ji aliyekî ve em ji vê re globalbûyîn dibêjin. Û hêdî hêdî welatên Ereb dest bi têkilîdanîna bi Îsraîlê re kirin. Bi taybetî Urdun. Gav bi gav têkiliyên bi Îsraîlê re normal dibe. Bûyerên li Iraq û Sûriyeyê... Li cografya Ereb welatên xurt hebûn; Iraq, Sûriye, Tûnis, Cezayîr... DYA xwest li hemberî van welatan Qatar û Erebîstana Siûdî xurt bibe. Xwest li herêmê ev bibin xwedî hêz. Ji ber ku petrola wan heye. DYA û Îsraîl dixwaze hemû welatên Ereb kontrol bikin. Nuqteya ku Bihara Ereb xwe gihandiyê ev der e. Em dikarin bêjin ku winda kiriye."