Li Hamburgê xebatên hilbijartinê dewam dikin
Li bajarê Elmanya Hamburgê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk civînek bi mijara hilbijartinê hat lidarxistin.

Di civîna ku nûnerên CÎK, AGÎF, KKP, Halkevî, ATÎK, DÎDF, HAK-EVÎ, ADHK, Federasyona Komeleyên Demokratîk a Dêrsimiyan, Meclîsa Sirgûnên Ewropayê û Komeleya Çandê ya Suryaniyan amade bûn de, xebatên li ser hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin nirxandin.
Nûnerê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Nîhat Baydîllî, encamên hevdîtinên NAV-DEM û heyeta HDP'ê ya li konsolosiyan, ragihand. Baydîllî diyar kir ku yên li Tirkiyeyê li wan tên gerîn jî dikarin bi hêsanî xwe li lîsteyên hilbijartinê qeyd bikin û bibîr xist ku heta 14'ê Adarê divê navnîşana ji konsolosê re were ragihandin. Baydîllî da zanîn ku cihê sindoqên hilbijartinê jî wê di nava hefteyekê de diyar bibin.
Hevşaredarê Depê Bûrhan Kocaman jî diyar kir ku di vê hilbijartinê de wê gel xwe li hev bigirin û anî ziman ku pêwîstiya HDP'ê bi dengê hilbijêrên li derveyî welat heye.