Hêzên Iraqê ber bi Tîkrîtê ve bi pêş ve diçin
Hêzên Iraqê yên ji artêşa Iraqê û dildarên Şîa pêk tê, ber bi navenda bajarê Selahaddînê ve bi pêş ve diçin.
Hêzên Iraqê yên ji artêşa Iraqê û dildarên Şîa pêk tê, ber bi navenda bajarê Selahaddînê ve bi pêş ve diçin.
Hêzên Iraqê yên ji artêşa Iraqê û dildarên Şîa pêk tê, ber bi navenda bajarê Selahaddînê ve bi pêş ve diçin. Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku di çarçoveya operasyona paqijkirinê de hêzên Iraqê li bajarên El-Dor û Tîkrîtê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin.
Hêzên artêşa Iraqê ku li eniya başûr a bajarê El-Dor bi pêş ve diçin, li dû rizgarkirina bajarokê Mecma berê xwe dan başûrrojavayê bajarê Tîkrîtê û li taxa El-Zihûr a li bakurê bajêr e, li hemberî çeteyan şer dikin. Pêşveçûna artêşê û dildaran a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dewam dike.
Hat ragihandin ku di pevçûnên duh de dildarên Şîa li başûrê bajarê Tîkrîtê eniya DAIŞ'ê hilweşandin û bi pêş ketin, lê belê ber êvarê careke din li mewziyên xwe vegeriyane. Li gorî agahiyan, hêzên hewayî yên koalîsyona navneteweyî jî bombeyan li ser çeteyan dibarînin û di encamê de gelek çete hatine kuştin. Di pevçûnên îro de artêşa Iraqê bajar topbaran kirin û tê gotin ku hêza li berxwedanê ya çeteyan dişkê.
Hêzên emniyetê yên Iraqê diyar kirin ku di serdegirtina gundekî li rojhilatê Tîkrîtê de tevî Ebû Qûtada El-Lîbî 23 çete hatine kuştin. Hat ragihandin ku Ebû Qûtada El-Lîbî di dema dagirkirina Tîkrîtê ji aliyê DAIŞ'ê de, kesê ku komkujiya 266 xwendekarên dibistana leşkerî kiribû tê naskirin. Tê gotin ku beşeke ji çeteyên di serdegirtina gund de hatin kuştin ji Erebîstana Siûdî ne.