Yaşar Kemal ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin

Nivîskar Yaşar Kemal ê ku roja borî li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbat, dost, xizim û xwendevanên xwe ve hate oxirkirin.

Nivîskar Yaşar Kemal ê ku roja borî li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbat, dost, xizim û xwendevanên xwe ve hate oxirkirin.

Nivîskarê nav û deng Yaşar Kemal ê ku di 28'ê Sibatê de li Nexweşxaneya Zanîngeha Stenbolê ya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbat, dost, xizim û xwendekavan ve hate oxirkirin. Merasîma yekemîn li Mizgefta Teşvîkiyeyê pêk hat. Hevsera Yaşar Kemal Ayşe Semîha Baban sersaxiyan qebûl dike. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu, nivîskar Orhan Pamuk, Eşber Yagmurderelî, Şehmus Dîken, Hasan Cemal, Cengîz Çandar, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Karsaz Osman Kavala, Guler Sabanci, Aydin Dogan, Serokomarê berê Abdullah Gul, Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek û gelek hûnermend, siyasetmedar, karsaz, çapemenî, akademîsiyen û gelek kesên din tevlî marasîma cenaze bûn. 

Piştî nimêjê cenazeyê Yaşar Kemal hate hilgirtin û li wesayîta cenaze hate siwarkirin. Cenazeyê Kemal bi dirûşmeyên "Yaşar Kemal rûmet me ye" û "Înce Memed namire di têkoşîna me de dijî" ber bi Goristana Zîncîrlîkuyu ve hate oxirkirin. Piştre girse ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin. Piştî girse gihişte goristanê cenazeyê Yaşar Kemal hate definkirin.