Li Marsîlyayê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê xebatên xwe didomîne

Li başûrê Fransayê bajarê Marsîlyayê, komîsyona hilbijartinê ya ji bo hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê hat avakirin, xebatên xwe yên xwegihandina hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li herêmê dewam dike.

Li başûrê Fransayê bajarê Marsîlyayê, komîsyona hilbijartinê ya ji bo hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê hat avakirin, xebatên xwe yên xwegihandina hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li herêmê dewam dike. Komîsyona ji 41 kesî ya ji bo HDP'ê deng dixwaze, di nava 3 hefteyan de xwe gihand 1600 hilbijêrî.

Endamên komîsyonê yên hefteyê carekê li Navenda Civaka Kurdistanê ya Marsîlayayê dicivin, biryar dan ku di nava meha Adarê de xwe bigihînin 4 hezar hilbijêrî.

Komîsyonê bajarê Marsîlyayê bi 7 herêmên Marignane, Miramas, Vitrolles, Martigues, Aix û Salon dabeş kir û ekîbeke taybet ava kir. Ji bo welatî û bawermendên Komara Tirkiyeyê yên li Marsîlyayê dijîn, komîsyon û yekîneyên taybet ên jêrîn ava kir. Li gorî vê yekê Komîsyona Asûrî-Keldanî, Komîsyona Elewî, Komîsyona Mizgeftê, Komîsyona Yekîtiya Hêzê hatin avakirin.

Li Marsîlyayê dengdan wê di navbera 8'ê Gulanê û 31'ê Gulanê de bi awayekî bênavber saet di navbera 10:00 û 19:00'an de bêyî randevûyê bigire li Serkonsolosiya Marsîlyayê pêk were. Lê belê ji bo bikaranîna dengan divê hilbijêr li Konsolosa Marsîlyayê qeydkirî be. Yên qeyda xwe li konsolosiyê nîne pêwîste herî dereng heta 27'ê Adarê bi rêya postayê yan jî bi xwe, navnîşana xwe ji Konsolosiyê re ragihînin.