Li Kolnê ekîba ji 327 kesî ji bo HDP'ê dixebite
Li Kolnê bi ekîbeke ji 327 kesî re xebatên hilbijartinê bi berfirehî tên meşandin.
Li Kolnê bi ekîbeke ji 327 kesî re xebatên hilbijartinê bi berfirehî tên meşandin.
Li Kolnê bi ekîbeke ji 327 kesî re xebatên hilbijartinê bi berfirehî tên meşandin.
Li bajarê Elmanya Koln û derdora wê, xebatên ji bo destekkirina HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de dewam dikin. Komîsyona ji 27 kesî ya xebatên hilbijartinê bimeşîne civiya û ekîbek ji 327 kesî ava kir.
'EM Ê TEŞWÎQÎ DENGDANÊ BIKIN'
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk li Kolnê Tekîn Bûlak got, "Ev ekîb wê li Koln û derdora wê lîsteyên hilbijêran kontrol bike û ji bo bikaranîna dengan teşwîq bike. Komîsyon wê her hefte li hev bicive û der barê xebatên xwe agahiyê bide navenda agahîdayînê."
Di civînê de, ji bo wergirtina agahiyên li ser hilbijartinê, ji Koln û derdora wê re ev nûmaraya telefonê hat aşkerakirin: "022178962629."