Li Toronto ji bo hilbijartinan komîsyon hatin avakirin

Bi armanca piştgiriya ji HDP’ê re li Toronto komîsyon hatin avakirin.

Bi armanca piştgiriya ji HDP’ê re li Toronto komîsyon hatin avakirin.

Li bajarê Toronto yê Kanada ji bo xebatên hilbijartinan û piştgiriya bi HDP’ê re di bin banê Navenda Civaka Kurd a Toronto komîsyon hatin avakirin.

Komîsyon wek 10 herêman hatin avakirin. Biryar hat girtin ku ji bo di hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xebatên piştgiriya ji HDP’ê mal bi mal bigerin. Her wiha ji bo kontrola qeydên welatiyan bi rêya telefonê alîkarî bê kirin wê her roj du kes li komeleyê wezîfedar bin. Di komîsyonan de 50 kesan ji bo xebatan xwe pêşniyar kirin û di xebatan de cih girtin.