HDP'ê ji Meclîsê xwest li Zanîngeha Çewlikê lêkolînê bike

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken, der heqê nelirêtî û zextên li Zanîngeha Çewlikê de ji Meclîsê xwest lêkolînê bike.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken, der heqê nelirêtî û zextên li Zanîngeha Çewlikê de ji Meclîsê xwest lêkolînê bike.

Balûken di sedema pêşniyarnameya lêkolînê de got, "Gotina desthilatdariya AKP'ê ya 'ji her bajarî re zanîngehek' li bajarê me Çewlikê veguheriye 'ji her malbatê re kargeheke zanîngehê' û 'ji her malbatê re qereqolek'."

Balûken îdîayên li ser herikîna sermayeya veberhênanê li hesabê rektor Giyasettîn Baydaş, rêxistinbûyîna kadroyê akademîk bi awayekî nelirê ku Baydaş keç Û kurê xwe Bû xizmên xwe Bûrhanettîn Baydaş, Abdulvahap Baydaş, Mahmût Baydaş, Zeynep Baydaş Tûzcû û Fatma Baydaş Caf li Zanîngeha Çewlikê bi awayekî nelirê bicih kiriye, hebûna polîsan a  li zanîngehê û morkirina xwendekarên dixwazin tevlî beşa Kurdolojiyê bibin, anî ziman.

Balûkek xwest, ji bo lêkolînkirina van îdîayan û pirsgirêkên ji be rêveberiya Rektoriyê li zanîngehê derdikevin holê Meclîs lêkolînê bide destpêkirin.