Endamekî DAIŞ'ê li Dusseldorfê hat binçavkirin

Li Elmanyayê, li hemberî kesên ji Sûriye û Iraqê ji nava rêxistinên çete vegeriyane, operasyon dewam dikin. Çeteyekî endamê DAIŞ'ê yê ji Balafirgeha Dusseldorfê ket hundirê welêt, bi biryara dozgeriyê hat binçavkirin.

Li Elmanyayê, li hemberî kesên ji Sûriye û Iraqê ji nava rêxistinên çete vegeriyane, operasyon dewam dikin. Çeteyekî endamê DAIŞ'ê yê ji Balafirgeha Dusseldorfê ket hundirê welêt, bi biryara dozgeriyê hat binçavkirin.

Hat ragihandin ku navê vî endamê çeteyê Kerîm Marc B. ye ku beriya niha du caran di ser Tirkiyeyê re çûye Sûriyeyê û bi çeteyên DAIŞ'ê re perwerdeya bikaranîna çekê dîtiye. Li gorî agahiyan, endamê çeteya DAIŞ'ê yê 22 salî, di çarçoveya biryara girtinê ya Dadgeha Federal der heqê wî de daye, hatiye binçavkirin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Dozgeriya Federal a Karlsruhe ve hat dayîn, endamê DAIŞ'ê bi sûcdariyên "perwerdeya çekê dÎtiye, çalakiyên şîdetê yên dikarin gefê li ewlekariya dewletê bixwin amade kiriye" tê sûcdarkirin. Di gilînameyê de hat destnîşankirin ku endamê çete li Sûriyeyê tevlî pevçûnan jî bûye.

Li gorî gilînameya dozgeriyê, endamê çete di sala 2013'an de di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûye, di destpêka sala 2014'an de vegeriyaye Elmanyayê û di mehên havînê de careke din derbasî herêma şer bûye.

Hat ragihandin ku kesê li Balafirgeha Dusseldorfê hat binçavkirin beriya niha ji aliyê Dozgeriya Dusseldorfê ve hatibû şopandin û li ser tespîtkirina endametiya wî ya DAIŞ'ê, Dozgeriya Federal xwestiye şopandina wî dewam bike. Tê payîn ku endamê çeteya DAIŞ'ê îro li Dadgeha Federal derkeve pêşberî dadger.