Yaşar Kemal li Stockholmê hat bîranîn

Nivîskar Yaşar Kemal ê di 28'ê Sibatê de li nexweşxaneyeke Stenbolê ya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li Pirtûkxaneya Kurd a li paytexta Swêd Stockholmê hat bîranîn.

Nivîskar Yaşar Kemal ê di 28'ê Sibatê de li nexweşxaneyeke Stenbolê ya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li Pirtûkxaneya Kurd a li paytexta Swêd Stockholmê hat bîranîn.

Di merasîma bîranînê de ku portreya Yaşar Kemal li gel pirtûkên wî yên bi Kurdî û Tirkî li maseyê hat bicihkirin û find li ber hatin pêxistin de, nivîskar û hunermendên Swêdî û Kurdistanî axivîn, beşên ji berhemên Kemal xwendin û bîranînên xwe yên bi wî re bi beşdaran re parve kirin.

Yaşar Kemal ê ku gelek pirtûkên wî bi zimanê Swêdî hatine wergerand, ji bo Xelata Wêjeyê ya Nobelê namzet hat nîşandan, di navbera salên 1970 û 90'î de çend salan li Swêdê sirgûnî jiya, lewma ji aliyê gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swêdî yên li Swêdê tê naskirin.

Di merasîma bîranînê de nivîskar Tomas Bolme, Şefê Çandê yê Rojnameya Expressen Gunilla Brodrej, nivîskarê Kurd Omer Şeymûs, Hunermendên Kurd Ozz Nûjen, Kemal Gorgu û Serpîl Înanç axivîn. Gelek nivîskarên Swêdî, Kurd û Îranî yên endamên Yekîtiya Nivîskarên Swêdî û PEN'ê di merasîmê de cih girtin.

Moderatorê bîranînê Rojnamevan-Nivîskar Kurdo Baksî, der barê jiyana Kemal a li Stockholmê de hin agahî û bîranîn bi beşdaran re parve kir.

Tevî radyo û televîzyona dewletê ya Swêdê, Aftonbladet, Expressen û gelek rojnameyên din ên mezin, li ser jiyan û berhemên Yaşar Kemal bername çêkirin, gotar weşandin.