THY’ê ya der barê hilbijartinan de daxuyaniyek da, got: “Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî der barê hilbijartinan serî de bi CHP û HDP’ê re bi ti aliyan re li ser fikara temsîliyeta di parlamentoyê de muzarekereya ne mijara gotinê ye.”
Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî (THY) helwesta xwe ya der barê hilbijartinên 7’ê Hezîranê de aşkera kir. Li gorî daxuyaniyê hat gotin ku Tirkiye krîzeke siyasî ya kûr dijî û wiha hat gotin: “Berpirsê vê krîzê AKP ya ku berdêlên giran bi vî gelê daye, desthilatdariya xwe bi otorîter û paşverûtiyê meşandiye.”
THY’ê got ku ji bo ku li dijî AKP’ê xeteke siyasî bê avakirin çi ji destê wan tê kirine û got: “Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî der barê hilbijartinan serî de bi CHP û HDP’ê re bi ti aliyan re li ser fikara temsîliyeta parlametoyê de muzarekereya wê ne mijara gotinê ye. Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî di mijara parastina pêvajoya hilbijartinê de bi biryar e. Lê ji ber sekna xwe ya xweser, em ê hêzên ku xwedî li daxwazên me derdikevin di nava piştevaniyê de bin. Em ê meclîsên xwe yên Hezîranê rêxistin bikin û têkoşîna li dijî AKP’ê xurt bikin.”