'Em dengê xwe bidin HDP'ê, hesab ji faşîzma AKP'ê bipirsin'

AGÎF bang li hemû Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn kir ku dengê xwe bidin hêviya gelan HDP'ê û ji faşîzma AKP'ê hesab bipirsin.

AGÎF'ê der barê hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de daxuyaniyek weşand û bang li hemû Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn kir ku dengê xwe bidin hêviya gelan HDP'ê û ji faşîzma AKP'ê hesab bipirsin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Federasyona Karkerên Koçber ên li Elmanyayê (AGÎF) de hat ragihandin ku desthilatdariya AKP'ê ya zext û zordariyê li ser gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ferz dike, bi hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an re xwe ji bo êrîşên xurtir amade dike.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girtin, binçavkirin û îşkenceya li hemberî tevahiya civakê û hat gotin ku Erdogan bi erkên Serokatiyê re dixwaze xwe weke Xelîfe îlan bike û gelan bitepisîne.

AGÎF'ê diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê, Kurd, Tirk, Elewî, Sûnî, Ermenî, Suryanî, Çeçen û Ereban li hemberî hev sor dike û rê li ber aloziya civakî vedike û got, "Hikûmeta AKP'ê hesreta gelên me ya ji bo aştiyê, dike qurbanê armancên xwe yên qirêj."

Di daxuyaniyê de hat gotin; 

"Ji bo gelên me, desthialtdariya AKP'ê tê vê wateyê;

Li hemberî gundiyên xwedî li av û çemên xwe derdikevin, li dijî çêkirina HES'an derdikevin, tê wateya îşkenceyê.

Li hemberî karkerên ji bo bi dest xistina mafê xwe tê wateya îşkenceya polîs û leşkeran. Betalkirina mafê grevê ye.

Li hemberî gelê Kurd ê ji bo bidestxistina mafê xwe dadikeve kolanan, li Cizîr û Roboskî kujerê dest bi xwîn e.

Sûnîkirina gelê me yê Elewî ye, şûrê faşîzmê û paşverûtiya sîstema perwerdeyê ya 4+4+4 e."

Di dewama daxuyaniyê de ji bo HDP'ê jî ev xal hat destnîşankirin:

"HDP ji bo jiyaneke bi hev re û wekhev a gelên me banga jiyanê ye.

HDP, banga rawestandina kuştina jinê ye.

HDP, beralîkirina Destûra Bingehîn a Faşîst a 12'ê Îlonê û ji holê rakirina qanûnên li dijî karker-kedkaran e."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke AGÎF em bang li koçberên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yên li Ewropayê dijîn dikin, çi Kurd, Tirk, Elewî Sûnî bang li her kesî dikin ku dengê xwe bidin HDP'ê û hesab ji faşîzma AKP'ê bipirsîn."