Derket holê ku erdê dane TURGEV’ê aîdî sê xwişk û bira ne

Erdê li Şîşliyê ya TURGEV’ê ku vekirina wê Erdogan kir, derket holê ku aîdî sê xwişk û birayan Abaci, Umît Devecî û Ugur Devecî yên ku bi salan e tapoyên wan bi keyfî nayên dayîn e.

Ereziya li Şîşliyê ya TURGEV’ê  ku vekirina wê Serokkomar Tayyîp Erdogan kir, derket holê ku aîdî sê xwişk û birayan Bekiz Abaci, Umît Devecî û Ugur Devecî yên ku bi salan e tapoyên wan bi keyfî nayên dayîn e. Belkiz Abaci ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ereziya wan bi awayekî bê hiqûqî ji destê wan hatiye girtin. Abaci anî ziman ku ligel ku ji sala 1965’an heta niha baca emlaqa xwe dane û deynê xwe yên emlaqê ya ji Şaredariya Şişliyê hatiye derxistin didin jî, erezî ji aliyê TURGEV’ê tê bikaranîn.

Ereziya ku TURGEV’ê bi hevkariya şîrketa paravan dagir kiriye, derket holê ku malbata xwediyê ereziyê mexdûr bûye. Ereziya ku aîdî Wezareta Maliyeyê xuya dike û ji aliyê TURGEV’ê ve tê bikaranîn, derket holê ku aîdî sê xwişk û birayan e.  Gayrîmenkula hejmar Parsel 1, Ada 10256 a ku îro Turgev lê ye, Dîlber û Recep Devecî di 1965’an de bi 13 zarokên xwe re lê bicih bibû. Heman salê bi şaredariya Şîşliyê re peymanek îmze kir û li gorî îmzeyê bi xizmetên av û elektrîkê re malbata Devecî destura îskanê jî girtin û qeyda xwe ya sabît li şaredariyê kirin û hemû bacên xwe nedabûn. Di 1974’an de ev qad li ser navê xezîneyê hat kirin, lê ev mal aîdî malbata Devecî bû. Di 1984’an de di meha Mijdarê de malbatê ji bo tapoya ereziya li gorî dîroka, 24.02.1984  û hejmar 2981  Efuya Îmarê bigire serlêdan kir, lê îdareyê ew xistibû bin zexta hilweşînê.

TAPO NEDAN

Ji malbatê Belkiz Abaci ku yek mafê heq e wê demê wiha dibêje: “Em di 1965’an de li ereziyê bi cih bûn. Dê û bavê min sê şevneşîn çêkirin. Piştî malbata min li vir bi cih bû, erezî ji bo maliyeyê hat tahsîskirin. Rayedarên maliyeyê xaniyên birayên min û darên me yên fêkiyan ji kokê rakirin û ji xwe re lojman çêkirin. Ereziya ji ber ma jî di 1985’an de di navbera 6 xwişk û birayên min de hat parvekirin. Ereziya min û ya du birayên min jî îro ji aliyê TURGEV’ê ve tê bikaranîn. Ji bo tapoya ku li ser me qeyd kiriye em bi dehan carî çûn Daîreya Emlaqa Neteweyî lê hincet nîşandan û nedan me.

Dema em zarok bûn şaredariya Şîşliyê dem bi dem dihat û dixwest şevneşînan xera bikin. Lê dê û bavê min daxwazname da wezaretê û pêşî li vê girtin. Herî dawî di 2003’an de Şaredariya Şîşliyê xera kir.

HILWEŞÎNA LI DIJ QANÛNÊ

Di 03.06.2003’an de di bin Serokatiya Daîreya Emlaqa Neteweyî ya Defterdariya Walîtiya Stenbolê de li gorî 18’emîn xala hejmar 775’an  ekîba hilweşînê hat û xaniyên me xerakirin. Lê ev qanûna ku hilweşînê ferz dike avahiyên piştî 20.07.1966’an hatine çêkirin digire nav xwe. Avahiyên me di 1965’an de hatine çêkirin û di vê dîrokê de bi şaredariyê re peyman hatiye çêkirin, destûra îskan, av û elektîrîkê hatiye girtin. Piştî hilweşînê ji bo tapoyê me bi dehan carî serlêdan kiriye lê ti serlêdana me li ber çavan negirtin û em ji aliyê şaredarê demê Mustafa Sarigul ve hatin qewirandin.”

XWEDIYÊ EREZIYÊ HEVKAR E

Abaci di berdewamiya axaftina xwe de got ku di 2007’an de beyî agahiya wan erezî derxistine îhaleyê û Komeleya Kibrisiyan, Nexweşxaneya Stenbolê, LOSEV û Mîmariya Krea ketine îhaleyê û piştre jî birayê min ket îhaleyê di 100 hezar lîrayî îhale qezenc kiriye. Abaci wiha got: “Birayê min qezenc kir lê vê carê dema ji bo înşartê serlêdan kir vê carê şaredarî û maliye bûn asteng. Şaredariyê rûhsat neda, wezaretê jî got wê avahiyek aîdî cemawerî bê çêkirin. Li ser vê birayê min çû Enqereyê û rayedarekî maliyeyê re hevdîtin kir. Rayedar qebûl dike ku ev rapo heqê me ye lê dibêje wê li vir yurd, an jî otel bê çêkirin. Nahêlin birayê min bibe hevkar jî. Em sê salan pêre mijul bûn û erezî di 2010’an de dewrî şîrketa Panera hat kirin. “

Abaci diyar kir ligel ku mafê şîrketê tine ereziyê dewrî şexsê sêyemîn bikin yan jî bide kirê û dewr bikin jî, dane TURGEV’ê. Abaci da zanîn ku ligel van hemûyan ji bo ereziyê ji ber ku li ser navê wan e hê deynê emlaqê didin û got ku dema îtîrazê vê dikin jî hesabên wan tên blokekirin.