Li Mîlano û Munchenê xebatên hilbijartinê

Li bajarê Îtalya Mîlanoyê, komîsyona hilbijartinê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê bê navber dewam dike. Li bajarê Elmanya Munchenê jî bi civînekê re xebatên komîsyona hilbijartinê hatin nirxandin.

Li bajarê Îtalya Mîlanoyê, komîsyona hilbijartinê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê bê navber dewam dike. Li bajarê Elmanya Munchenê jî bi civînekê re xebatên komîsyona hilbijartinê hatin nirxandin.

MÎLANO

Li bajarê Îtalya Mîlano, xebatên hilbijartinê yên komîteya hilbijartinê ya HDP'ê dewam dikin. Komîte li bajarên Mîlano, Torîno û Modena di nava tevgerê de ye.

Endamên komîteyê ragihandin ku hilbijêrên HDP'yî li gorî hilbijartinên bihurî bêhtir eleqedar in û diyar kirin ku ew ê xebatên xwe bi dirûşma "Ev hînê destpêke" bidomînin. Endamên komîteyê dan zanîn ku ji bo xwe bigihînin hemû mirovên welatparêz û hestiyar, çi ji destê wan bê ew ê bikin.

MUNCHEN

Li bajarê Elmanya Munchenê, Komîsyona Hilbijartinê ya HDP Platforma Munchenê, bi civînekê re xebatên xwe nirxand.

Di civîna li avahiya Partiya Komunîst a Elman de nûnerên NAV-DEM'ê, DÎDF Munchen û mirovên serbixwe amade bûn. 

Endamê Meclîsa Şaredariya Munchenê Çetîn Oraner, pêwendiya Projeya Jiyana Nû bi metna muzakereyê ya ji 10 xalan a di 28'ê Sibata 2015'an de li Qesra Dolmabahçeyê ji aliyê rayedarên HDP'ê û berdevkên hikûmetê ve hat aşkerakirin re danî û xal bi xal, ev 10 xal rave kir. Di civînê de pêkhateyên HDP'ê biryar dan ku ji bo girseyan deklarasyonek amade bikin.

Nûnerê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan jî deklarasyona Koordînasyona Hilbijartinê ya Navenda Ewropayê ya HDP'ê xwend û der barê rêbaza xebatê de agahî da. Dogan diyar kir ku ew dixwazin li Eyaleta Bayernê bi civînên li gelek navendan re xwe bigihînin armanca xwe.

Di civînê de hevdîtinên li ser tifaqa hilbijartinê jî hatin nirxandin û xebat hatin nirxandin. Hat gotin ku divê komîsyon werin berfirehkirin, tifaqên hilbijartinê werin zêdekirin û hîn bêhtir xwe bigihêjînin girseyan. Her wiha biryar hat dayîn ku panel û şahî bên lidarxistin.