‘Hilbijêrên qeydên wan tine divê qeydên xwe bikin, xwedî li mafên xwe derkevin’

Koordînasyoan Hilbijartinê ya HDP’ê ya Ewropayê bang li hilbijêrên qeydên wan tine kir da ku qeydên xwe bikin, xwedî li mafên xwe yên qanûnî û dengên xwe derkevin.

Koordînasyoan Hilbijartinê ya HDP’ê ya Ewropayê bang li hilbijêrên qeydên wan tine kir da ku qeydên xwe bikin, xwedî li mafên xwe yên qanûnî û dengên xwe derkevin.

Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Ewropayê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir xebatên der barê hilbijartinên wê di 7’ê Hezîranê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bên di çarçoveya plansaziyê de tên meşandin.

Koordînasyona Hilbijartinê got ku hema hema li her bajarê Ewropayê koordînasyona hilbijartinê hatiye avakirin û ev koordînasyon bi awayekî ku her kesê piştgiriyê didin hilbijartinan tevlî xebatan bikin, rêxistinbûnê dikin û got: “Komîsyon bi awayekî berfireh wê rêxistinbûna xwe bimeşîne.”

Koordînasyonê da zanîn ku yek ji esasên sereke yên xebatên hilbijartinê ev e ku hilbijêrên qeydên wan tine qeydên xwe bikin û got ku li hemû komeleyên piştgiriyê didin HDP’ê navendên karê zanînê hatiye avakirin û bi saya van wê hilbijêr karibin alîkariyê bigirin.

Koordînasyonê daxuyand ku bi sefaretxaneyên têkildar re hevdîtin kirine û sefaretxaneyan gotiye ku kesên qeydên wan tine ne dikarin heta 27’ê Adarê serlêdanê bikin.

Hat gotin ku giştîname û daxuyaniyên YSK’ê jî vê piştrast dikin û got: “Li hinek welatan tê gotin ku kar û barê qeydê heta 14’ê Adarê bi dawî dibe. Ev jî rê li ber nakokiyan vedike.  14’ê Adarê dîroka dawî ya serlêdana bi nameyane. Yanî heta 14’ê Adarê hûn dikarin bi nameyê navnîşanê nîşan bidin. 

Welatiyên qeydên wan tine dikarin heta 27’ê Adarê qeydên xwe bikin. Ev mafê qanûnî yê hemûyan e. Divê hilbijêr xwedî li mafên xwe derkevin. Welatiyên li sefaretxaneyan rastî pêkanînan tên bila bi hestiyar bin û di mafên xwe de israr bikin.”