Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Harûn Koçgirî anî ziman ku di roja me ya îro de wek pêvajoya darbeya 12’ê Adarê, niha li Tirkiyeyê li aliyekî hêzên statukoyî yên klasîk ku hewl didin pêngavên xwe yên bi hêzkirina cihên xwe yên desthilatdariyê pêş bixin hene û got: “Li aliyê din jî AKP ya ku xwe nû ve wek hêza desthilatdar rêxistin dike, li dijî hêzên din ên desthilatdar ên hevrikên xwe gavan diavêje. Ev darbe jî di rastiyê de taybetiyên ku hewldanên darbeyan pêk bînin digire nav xwe . Divê hêzên demokrasiyê vê rastiyê bibînin û xwe wek bloka demokrasiyê rêxistin bikin.”
LEŞKERAN JI BO HIKÛMET ÎSTÎFA BIKE ZEXT ÇÊKIRIN
Koçgirî Denîz Gezmîş, Mahî Çayan, Yusuf Aslan, Huseyîn Înan, Îbrahîm Kaypakkaya û gelek şoreşgerên ku di dema rejîma Darbeya 12’ê Adarê de hatin qetilkirin û her wiha kesên di komkujiya Gazî û Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan jî bibîr anî û got: “Bi vê darbeyê re leşkeran zor li hikûmetê kir ku hikûmet îstîfa bike. Vê rêveberiya darbeyê dixwest hikûmetê bide îstîfakirin û hikûmetek nû ava bike. Ev hikûmetên ji teknokratan pêk dihatin bûn. Di van pêvajoyan de hikûmetên Nîhat Erîm, Naîm Talu û Ferît Melen hatina avakirin. Taybetiya hevpar a van hikûmetan ev ku bi di meclîsan de hatibûn hilbijartin û bi meclîsan dihatin erêkirin.”
Koçgirî got ku darbeya 12’ê Adara 1971’ê rê li ber gelek darbeyên piştre hatine kirin, vekiriye û got: “Darbeya 28’ê Sibata 1997’an de hat kirin jî mînakek vê darbeyê ye. Bi darbeya 28’ê Sibatê re jî zor li hikûmetê hat kirin. Der barê hikûmeta ku Erbakan li ser bû de biryar hatin girtin. Piştre desthilatdarî felc bû, nebû desthilatdarî. Lê dema ev hatin kirin meclîs nehatin girtin. Biryarên di nava meclisê de hatin girtin, hatin qebûlkirin. Bi vî aliyî taybetiyên hevpar hatin îfadekirin.”
ŞERT Û MERCÊN DEMA 12’Ê ADARÊ Û NIHA DIŞIBIN HEV
Koçgirî di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku di roja me ya îro de jî darbeyên wek dema darbeya 12’ê Adarê tê jiyîn û ji bo ev bê fêmkirin divê konjoktora siyasî ya wê demê baş bê fêmkirin.
Koçgirî wiha berdewam kir: “Tirkiyeyê wê demê di têkiliyên xwe yên bi hêzên herêmî û navneteweyî re pirsgirêk jiyan. Wê demê li cîhanê krîza petrolê dihat jiyîn. Girêdayê vê li Tirkiyeyê pirsgirêkên aborî û fînansî hatin jiyîn. Vê rewşê li Tirkiyeyê di nava têkoşîna desthilatdarî an jî hêzê olîgarşî yên desthilatdarî ava dikirin de pirsgirêk derxistin holê. Dîsa di şert û mercên wê rojê de li Rojhilata Navîn û Iraqê pirsgirêk hebûn. Li tevayî cîhanê krîza petrolê dihat jiyîn. Lê çavkaniya xwe ji Rojhilata Navîn digirt. Wê demê di serî de DYA û hemû hêzên navneteweyî xwestin ji Iraqê destpê bikin û mudaxaleyî Rojhilata Navîn bikin. DYA’yê li Serokwezîr Demîrel ferz kir ku artêşa Tirk bikeve Iraqê.Dema ku DYA’yê ev ferz dikir, pirgirêka Tirkiyeyê ya bi Kurdan re wek koz bikar dianî. Her çiqas bi peyaman Lozanê û piştî wê bi peymana Enqere û Bexdayê ev wek hatiye çaresekirin bê dîtin jî ev pirsgirêkên ku nehatibûn çareserkirin. Dema ku DYA ji Tirkiyeyê re digot bikeve Iraqê dixwestin vê bêjin; 'Hûn ji berê de nerehet bûn, em vî şansî didin we. Bikevinê û li gorî berjewendiyên me çareseriyê bibînin’. Di vê mijarê de bi projeyên şênber diçûn ber Demîrel. Demîrel di wan şert û mercên wê rojê de ev nekarî bikira. Di pêkhatina darbeya 12’ê Adarê de para vê girîng bû.”
Koçgirî bi lêv kir ku hatine AKP’ê ya desthilatdariyê jî bi mudaxaleya DYA’yê ya li ser Tirkiyeyê pêk hatiye û wê demê jî pêvajoyeke ku dişibiya pêvajoya 12’ê Adarê dihat jiyîn.
Koçgirî wiha berdewam kir: “Li dijî hikûmeta Ecevît jî nêzîkatiyeke wek darbeyê hat kirin. Hikûmeta Ecevît bê hêz hat xistin, di rewşa ku desthilatdariyê terk bike de hat hiştin. Di vê valahiyê de jî amadekariyên hikûmeta AKP’ê hat kirin. Ew jî darbeyek bû. Di dema mudaxaleya Iraqê de dîsa xwestin rol bidin Tirkiyeyê. Hêzên li Tirkiyeyê di netewe dewletê de israr kirin û AKP’ê ev neda ber çavan. DYA’yê di 2003’an de mudaxaleyê Iraqê kir û lê pirsgirêkên Rojhilata Navîn nehatin çareserkirin. Iraq ji Afganîstanê xetertir bû, hê jî şer lê heye. Piştre mudaxaleyî Lîbyayê kirin. Piştre li Misirê tevgera gel pêş ket û bi darbeyekê encam bû. Tevgera Gel a li Tunusê pêk hat, xwestin biguherînin darbeyek dij ya ku El Qaîde wek desthilatdarî bê wir. Lê wê demê ev hewa li Tinûsê hat guhertin. Piştre mudaxaleyî Sûriyeyê kirin. Armanca van hemû ev bû ku teşeyê bidin Rojhilata Navîn. Di vê pêvajoyê de dîsa rol dan Tirkiyeyê. Yanî polîtîkaya dema 12’ê Adarê îro jî didome.”
AKP JI DARBEYAN NE DÛR E
Koçgirî wiha pêde çû: “AKP’ê demek dirêj propaganda kir ku li dij dema darbeyê ye. Lê ew bi xwe di nava nêzîkatiyên darbekar de ye. Darbe, rêbazên ku hêzên hegomonîk ên di nava leşkerî, burokrasiyê de cih digirin, bikar tîne. Di wî alî de nêzîkatiyeke darbeyê ya tenê li dijî leşker û sivîlan pêk tê nîne.
Lê heta niha binavkirina darbeyan a bi leşkeran, sedama wê ev e ku darbe zêdetir ji aliyê leşkeran ve tên kirin. Di wê rewşê de hêzên darbekar xwe vedişêrin. Ev wek hêzên piştgiriyê didin tên dîtin. AKP wek hikûmet li koltixê rûnişt lê ji artêşê dûr neket. Civîna di 2005’an de li Dolmabahçeyê hat kirin heye. Ev hevdîtina bi Yaşar Buyukanit re hat kirin, têkiliya hikûmetê ya bi leşkeran re danî holê. Piştre jî têkiliya AKP’ê bi artêşê re qut nebû. Lê ket nava sînorkirina hinek kesên ku di nava burokrasiyê de cih digire û sivîl ên di nava artêşê de weke ku li dij wan derdikevin.
Li gorî vê xwest xwe ji nû ve saz bike, xurt bike û hê jî vê polîtîkaya xwe berdewam dike. Di şexsê Nejdet Ozer de, artêş di şexsê R.Tayyîp Erdogan di nava burokrasiya sivîl li gorî tifaqê hewldanên darbeyî yên xwe dispêrên yekîtiya hêzê hene. Pakêta Ewlehiyê û qanûnên hatine derxistin di vê çarçoveyê de hatine pêşxistin.”
ÎRO DI NAVBERA HÊZÊN DESTHILATDAR DE PÊNGAVÊN DARBEYÊ TÊN PÊŞXISTIN
Koçgirî detnîşan kir ku di roja me ya îro de di navbera hêzên desthilatdar yên heyî yên Tirkiyeyê de têkoşîneke hegemonyaya wek pêvajoya beriya 12’ê Adarê tê jiyîn û got ku ev hêzên hegemon ji bo di desthilatdariyê de bi bandor bin pêngavên darbeyê pêş dixin.
Koçgirî wiha pêde çû: “Di dema hikûmetên AKP’ê de ev aşkera hatin dîtin. Li aliyekî hêzên statukovan ên klasîk ên desthilatdariyê dixwazin cihê xwe bi xurt bikin û pêngavan davêjin. Li aliyê din jî hêzên desthilatdar yên hevrikê AKP’ê ku dixwazin xwe ji nû ve wek hêza desthilatdariyê rêxistin bikin hene. Di nava van pêngavan de taybetiyên hewldanên darbeyan hene. Mirov vê bi aşkera di nîqaşên meclîsan de, axaftinên ku bi hev re dikin re û qanûnên tên derxistin de dibînin. Ev ne rast e ku mirov vê tenê wek xebatên hilbijartin û propagandayê bibînin. Tişta tê jiyîn têkoşîna desthilatdariya hêzên hegomonîk e. Ji ber vê şert û mercên dema darbeya 12’ê Adarê û niha dişibin hev.
TEVGERÊN DEMOKRATÎK JÎ PÊŞKETÎ NE
Koçgirî wiha pêde çû: “Di wê demê de jî wek roja me ya îro hêzên demokratîk û sosyalîst pêş ketibûn.
Di 1968’an de li Ewropayê tevgera ciwanên şoreşger destpê kiribû û bandora herî bi şewat jî li Tirkiyeyê xwe nîşan dabû. Li Tirkiyeyê di 68’an de tevgerek ciwanan ava bû. Dîsa tevgerên karkeran û gundiyan hebû. Di 1961’ê de Partiya Karkeran hatibû avakirin û di meclîsê de rolek cidî ya muxalefetê lîst. Bandora wê li ser tevgera karkeran hebû. Tevgera ciwan û xwendekaran bi tevgera gundî û karkeran re bû yek. Vê rewşê li dijî pergala serdest xetereyek mezin ava dikir. Niha rewşek bi vî rengî li cîhanê heye lê ne navendiya Ewropayê ye. Navendîbûna wê Rojhilata Navîn û Kobanê ye. Berxwedana Kobanê hemû cîhan rakir ser piyan û jin, ciwan û sosyalîstên cîhanê ketin tevgerê. Piştî şoreşa Vîetnamê cara yekemîn hemû hêzên cîhanê ketin nava tevgerê. Vê tevgerê bandorek mezin li ser cîhanê û Tirkiyeyê kir. Tevgerên demokrasiya Tirkiyeyê bi berxwedana Kobanê re ketin nava tevgerê.
DIVÊ JI 12’Ê ADARÊ ENCAM BÊN DERXISTIN
Di dema 12’ê Adarê de tevgera ciwanan a têkoşîna şoreşger a pêşengiya wê Denîz, Mahîr û Îbrahîman kir, çawa ku di nava hêzên desthilatdar de xetere ava kir niha li Kobanê jî potansiyela şoreşger a derketiye holê, di alî hêzên deshilatdar de xetere afirandiye.
Piştî serhildanên 6-9’ê Cotmehê hikûmetê got ‘em carek din desturê nadin tiştekî wisa’. Li ser vê pakêta ewlekariyê derxist rojevê. Yanî rewşa niha ya Tirkiyeyê dişibe dema 12’ê Adarê, lê ne wek hev in.”
DIVÊ BIBIN XWEDÎ HELWESTÊN RAST
Koçgirî anî ziman ku nakokiya di navbera hêzên hegemonîk û aliyên civakî yên Tirkiyeyê de gelek tund in û got: "Di nava van de yên ku têkoşîna demokrasiyê temsîl dikin hene. Belê ev di HDP’ê de şênber dibe. Ev nêzîkatiya ku siyaseta demokratîk-serbixwe derdixe holê. Ji şert û mercên wan rojan tiştekî cuda ev e ku encama têkoşîna 40 salî ya PKK’ê, têkoşîna siyaseta demokratîk dide.
Pêşengerên şoreşger ên wek Denîz, Mahîr û Îbrahîman di pêvajoya 12’ê Adarê de jiyan xwe danîn holê. Berdêlên mezin dan û peywira xwe ya şoreşger anîn cih. Jiyana wan çû, lê encamên ku wê mîrateyê derxist holê îro derfet da ku siyaseta demokratîk derkeve holê. Û veguherî qezencên mezin. Ji ber vê yekê divê em xwedî li têkoşîna şoreşger a wan derxistiye holê derkevin.”