Li Gîessenê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê didomin

Li bajarê Gîessen a Elmanyayê komeleyên hatin gel ve ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tên plansaziya xebatê derxistin.

Li bajarê Elmanya Gîessenê komeleyên hatin gel ve ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tên plansaziya xebatê derxistin.

Civîna ku bi armanca piştgiriya HDP’ê li Navenda Çanda Elewiyan pêk hat, NAV-Dem a Gîesse, Komeleya Çanda Elewiyan, Komeleya Suryaniyan, Komeleya Êzdiyan, Meclîsa Jinan a Berçem, Civaka Îslamî ya Kurdistanê û Komeleya Çermikiyan tevlî bûn.

EM BI DENGÊN EWROPAYÊ DIKARIN BENDÊ DERBAS BIKIN

Nûnerê NAV-DEM’ê Serhat Agirî axivî û diyar kir ku divê hemû Kurd û Tirkên li Ewropayê dijîn di xebatên hilbijartinan de cih bigirin û got: “Ger em bigihêjin hedefa xwe ya hejmara hilbijêran bi dengên me wê benda ji sedî 10 derbas bibe.” Biryara pêkanîna bernameyên piştgiriya ji bo HDP’ê hatin girtin.