Nerazîbûna li Grûp Yorûm zêde dibe
Nerazîbûna li Grûp Yorûm ku gotibû "Em rewşa li Rojava weke şoreşê nabînin" li Kurdistanê zêde dibe.
Nerazîbûna li Grûp Yorûm ku gotibû "Em rewşa li Rojava weke şoreşê nabînin" li Kurdistanê zêde dibe.
Nerazîbûna li Grûp Yorûm ku gotibû "Em rewşa li Rojava weke şoreşê nabînin" li Kurdistanê zêde dibe. Însiyatîfa Ciwanan a Wanê da xuyakirin ku ew ê konsera Grûp Yorûm dixwaze li Wanê pêk bîne boykot bikin û bang li komê kir ku lêborîna xwe bixwaze.
Nerazîbûna li gotina "Em rewşa li Rojava weke şoreşê nabînin" a Grûp Yorûm di hevpeyvîneke li Tekîrdagê de bilêv kir, dewam dike.
'EM, FERASETA HEWL DIDE TÊKOŞÎNÊ REŞ BIKIN, ŞERMEZAR DIKIN'
Însiyatîfa Ciwanan a Wanê beriya konsera Grûp Yorûm a 15'ê Adarê daxuyaniyek da û anî ziman ku ji ber nerazîbûna mezin a gel wan daxuyaniyeke bi vî rengî dane û bang li Grûp Yorûm kir ku ji gel lêborînê bixwaze.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em, feraseta ku hewl dide têkoşîna destanî ya li Rojava ya li dijî faşîzma DAIŞ'ê tê dayîn reş bike, şermezar dikin."
'JI ŞOREŞÊ WÊDETIR ŞERÊ JI BO MIROVAHIYÊ HAT DAYÎN'
Însiyatîfa Ciwanan diyar kir ku şoreşa li Rojava di têkoşîna şervanên Kanadayî, Elman û Îngilîz ên li cem Kurdan şer dikin tê dîtin û ev xal destnîşan kir: "Grûp Yorûm a ku bi salane dibêje li ser navê mazlûman berhemên muzîkê diafirîne, ji rewşa li Rojava re nikare bêje 'berxwedan'. Van destketiyan, qaşo bi nêrîna Marksîst-Lenînîst weke şoreşê nabînin. Li wir, ji şoreşê jî wêdetir şerekî ji bo mirovahiyê hat dayîn. Nirxên mirovahiyê ji nû ve hatin afirandin. Dibêjin ew li Beyrûdê, Fîlîstînê şer dikin, lê belê bi qasî ku ya li kêleka xwe nebînin, dûrî êşên gelê Kurd e."
'JI BO ESAD Ê NASNAME JÎ NEDA KURDAN, KONSERÊ DIDIN'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şervanên MLKP û TÎKKO yên li eniya Kobanê şer dikin û hat gotin, "Yên li Kobanê li ber xwe didin, bi tenê Kurd nînin. Rêhevalên me yên komunîst û sosyalîst jî hene. Her wiha rêhevalên me yên enternasyonalîst ên Kanadayî, Îngilîz û Amerîkî jî hene. Lê belê feraseta Yorûm a ku vê eniyê nabîne, ji bo faşîzma Esed a bi salan nasname jî neda Kurdan, konser daye."
'KONSERA LI WANÊ WÊ WERE BOYKOTKIRIN'
Însiyatîfa Ciwanan a Wanê da xuyakirin ku konsera Grûp Yorûm a 15'ê Adarê ya dixwaze li Wanê pêk bîne ji aliyê gelê Kurd ve wê were boykotkirin û got, "Em ji Grûp Yorûm dixwazin ku konsera xwe ya li Wanê betal bike. Feraseteke bi vî rengî, bi gotina stranên şoreşê nikare gelê Kurd bixapîne. Divê ji vî gelî lêborînê bixwaze."