Li Tîkrîtê pevçûnên li nava kolanan dewam dikin
Operasyonên leşkerên Iraqê û milîên Şîa Haş el Şabî yên li Tîkrîtê li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatine destpêkirin, dişidin.
Operasyonên leşkerên Iraqê û milîên Şîa Haş el Şabî yên li Tîkrîtê li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatine destpêkirin, dişidin.
Operasyonên leşkerên Iraqê û milîên Şîa Haş el Şabî yên li Tîkrîtê li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatine destpêkirin, dişidin. Li nava bajêr di pevçûnên kolanan de serdestiya hêzên artêşa Iraqê dewam dike.
Hêzên artêşa Irqê û milîsên ku herêma Kadisiye ya bakurê Tîkrîtê xistin bin kontrola xwe, bi pevçûnên li nava kolanan re hewl didin navenda bajêr jî kontrol bikin. Di operasyona ku nêzî du hefte ne dewam dikin de, li bajarê dîktator Saddam Huseyîn lê ji dayik bû, hêzên artêşê yên hikûmeta navendî ya Iraqê li berxwedaneke cidî rast tên. Nûçegihanên li herêmê dan xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê li hemberî hêzên Iraqê gaza klorê bikar anîne.
Çeteyên DAIŞ'ê yên ku ji gelek eniyan ve êrîş dikin û hewl didin operasyona Tîkrîtê bi dawî bikin, li bajarê Ramadî yê di bin kontrola hikûmeta navendî ya Iraqê de ye, li hemberî hedefên leşkerî 7 êrîş pêk anîn. Çavkaniyên leşkerî yên Iraqî dan xuyakirin ku êrîş bi maşînên bombebarkirî hatine kirin û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hêzên koalîsyona navneteweyî jî ku di asta pisporên leşkerî û desteka hewayî de tevlî operasyona Tîkrîtê bûne, di du rojên dawî de bi êrîşên hewayî yên li hemberî hedefên DAIŞ'ê yên li derdora Fellûce, Kerkûk û Mûsilê re destekê didin hêzên Iraq û Başûrê Kurdistanê.
Li navçeya Kerkûk Hewîce ya Başûrê Kurdistanê jî, pêşketina hêzên Kurdistanê dewam dike. Gelek gundên li derdora Hewîce ketin bin kontrola hêzên Kurd ên ku gerîlayên HPG/YJA Star jî di nav de ne.
Operasyona hêzên Kurdistanê ya li derdora Kerkûkê di roja Duşemê de destpê kiribû û heta niha gelek gund hatine rizgarkirin.