Di çalakiyên Berkîn Elvan de 39 kes hatin binçavkirin

Li Stenbol û Rihayê di çalakiyên bîranîna Berkîn Elvan de 39 kes hatin binçavkirin.

Li Stenbol û Rihayê di çalakiyên bîranîna Berkîn Elvan de 39 kes hatin binçavkirin.

Polîsan êrîş bi ser meşên ji bo Berkîn Elvan ê ku di dema berxwedana Gezî de bi bombeya gazê ya polîsan birîndar bû û piştî 269 rojan di komayê de ma û jiyana xwe ji dest da ên li Kadikoy û Okmeydani kir û 28 kes binçavkirin. Hate hînbûn ku 28 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.

LI RIHAYÊ 11 BINÇAVKIRÎ

Li Rihayê, endamên Eniya Gel ên xwestin Berkîn Elvan bibîr bînin, li destwerdana polîsan rast hatin. Di destwerdanê de 11 kes hatin binçavkirin.