ROJANE
Hemû Nûçe
-
Demîrtaş: Benda hilbijartinê berhema darbeya 12'ê Îlonê ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li paytexta Elmanya Berlînê beşdarî civîna gel bû û di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an berhema darbeya 12'ê Îlonê ye. -
Yên di qezayê de mirin wê li Til Ebyadê bên veşartin
12 Sûriyeyên ji 13 kesên di qezaya trafîkê ya li Rihayê de jiyana xwe ji dest dan, wê li Til Ebyadê werin veşartin. -
HDP/HDK: Şehîdên Kizildereyê rê nîşanî me didin
Desteya Rêveber a HDP û Desteya Rêveber HDK'ê, ji ber salvegera Komkujiya Kizildere ya sala 1972'an daxuyanî dan. -
HDP: Nûçeyên li ser namzetan dûrî rastiyê ne
Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da xuyakirin ku nûçeyên di çapemeniya Tirk û medya civakî de li ser namzetên parlamenteriyê tên weşandin, ji rastiyê dûr in. -
HDP greva birçîbûnê ya karkerên li Trabzonê xist rojeva Meclîsê
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken da xuyakirin, ku karkerên TOKÎ yên li Trabzonê, ji ber ku mafên xwe nikaribin werbigirin ev heft roj in di greva birçîbûnê de ne û anî ziman ku wê îro dest bi rojiya mirinê bikin. -
‘Bila dîroka veşartî ya komkujiya Kizildereyê bê aşkerakirin’
Hewldana 78’an û hêzên demorasiyê bi minasebeta 43. salvegera komkujiya Kizildere ya di 30'ê adara 1972'an de pêk hatî li Qada Galatasarayê daxuyanî dan û Mahîr Çayan û hevalên wî bibîr anîn. -
Di girtinên ji ber çalakiyên ji bo Kobanê de skandala duyemîn
Derket holê, B.D. ê bi îfadeya şahidê veşartî ji kuştina 4 kesên di xwepêşandanên ji bo Kobanê yên li Amedê de berpirsyar hat girtin, di dema bûyerê de li nexweşxaneyê tedawî dibû. -
KCD'ê ji bo Patrîk Mar Dînkha sersaxî xwest
KCD'ê da xuyakirin ku mirina Patrîkê Dêra Asûrî ya Rojhilat IV. Mar Dînkha, ji bo gelên Mezopotamyayê windahiyeke girîng e. -
Xwendekarê zanîngehê rastî êrîşa çekdarî hat
Xwendekarê Zanîngeha Sêrtê, li erdê vala yê li pişt Wargeha Xwendekarên Keç a Sêrtê ya Saziya Wargehên Kredî û Hîndekariya Bilind, bi guleya li serî ketî bi birîndarî hat dîtin. Xwendekarê rakirine nexweşxaneyê, ji aliyê mejî ve mirî ye. -
Di civîna gel a li Strasbourgê de banga ‘dengan bidin HDP’ê’
Di civîna gel a li Strasbourgê de banga dengan bidin HDP’ê hat kirin. Nivîskar-lêkolîner û rewşenbîrên beşdarî civînê bûn xwestin, ku ji bo mafên Elewî û bindestan û ji bo têkoşîna li dijî AKP û DAIŞ'ê, deng ji HDP'ê re bê dayîn. -
Li Adore berxwedanê qezenç kir
Karkerên Adore yên ku ji ber endametiya xwe ya li sendîkaya Lîmter-Îş a DÎSK'ê ji kar hatin derxistin û ev 39 roj in li ber xwe dide, hemû mafên xwe qezenç kirin. -
KCK: Armanca Mahîr Çayanan wê li tevahiya Rojhilata Navîn bi cih bê anîn
KCK'ê Mahîr Çayan û hevalên wî yên beriya 43 salan li Kizildereyê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Armanc û hesreta Mahîr Çayan û hevalên wî ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê wê li tevahiya Rojhilata Navîn bi cih were anîn." -
Ji DBP'ê peyama Kizildere
DBP'ê şoreşgerên di komkujiya li Kizildere de hatin qetilkirin bibîr anî, gotina Ocalan a "Israra di sosyalîzmê de israra di mirovbûyînê de ye" bibîr xist û got, "Em bi biryar in ku ala ji destê hevalên xwe girtine, bilind bilind bikin." -
Şervanên MLKP'ê li Şengalê Mahîr Çayan bibîr anîn
Şervanên MLKP'ê yên di berxwedana Şengalê de cih digirin, di salvgera 43. de ji pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Mahîr Çayan ê di 30'ê Adara 1972'an de li Kizildereyê jiyana xwe ji dest da, bibîr anîn. -
Ji Asûrî-Suryanî-Keldaniyan çalakiya hevpar a li dijî DAIŞ'ê
Asûrî-Suryanî-Keldaniyan, ji bo êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Til Temir û gundên Asûrî-Suryaniyan ên li Xabûrê protesto bikin û ji bo bala raya giştî ya cîhanê bikşînin ser Xabûrê li Stockholmê çalakî lidar xistin. -
Xebatên HDP’ê yên li Ewropayê didomin
HDP a ku di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê de li Ewropayê bi îdîa ye, xebatên xwe yên bi gel re berdewam dike. Li bajarê Metz ê Fransayê û bajarê Freîburg ê Elmanyayê bi beşdariya bi sedan kesî panel pêk hatin. -
Doza komkujiya Liceyê wê di 1'ê Nîsanê de dewam bike
Doza 2 leşkerên payebilind ên di doza komkujiya Liceyê de bi awayekî negirtî tên darizandin, wê roja Çarşemê li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dewam bike. -
'Ji bo hesabê AKP'ê xera bikin em li hev civiyan'
Nûnera Platforma 'Em ê Cînayetên Jinê Bisekinînin' a Tirkiyeyê Gulsum Kav got, "HDP ji bo hesabê AKP'ê xera bike dikeve hilbijartinan. Em jî ji bo serketina HDP'ê li hev civiyane." -
YPÇML: Em Rêberê xwe li xaka şoreşa Rojava bibîr tînin
Yekîneya Propaganda Çekdarî ya Marksîst-Lenînîst (YPÇML), di salvegera Komkujiya Kizildereyê de Mahîr Çayan û hevalên wî bibîr anî. -
Komîsyona hilbijartinê ya Mannheimê civiya
Li Mannheimê, komîsyona hilbijartinê ya ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat avakirin, civîna xwe ya heftane ya asayî lidar xist. -
Serokê Sendîkayê ev 13 roj in di greva birçîbûnê de ye
Serokê Giştî yê Sendîkaya LÎMTER-Îş Kanber Saygili ev 13 roj in di greva birçîbûnê ya bê dorveger û bê dawî de ye. Der barê berxwedana Adore de hevdîtina krîtîk wê sibehê pêk were. -
Nexşeya HES û Bendavan a Tirkiye û Kurdistanê hat weşandin
Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Mûnzûrê diyar kir, ku hikûmeta AKP'ê serî li qirkirina çandî û ekolojîk dide û polîtîkayên rê li ber pirsgirêka avê vedikin, dimeşîne. Komeleyê li gorî agahiyên DSÎ, nexşeya HES û Bendavan weşand. -
Li Saarbruckên resepsiyona Newrozê
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, bi beşdariya saziyên biyanî resepsiyona Newrozê hat dayîn. -
Otlû: AKP hewl dide taktîkên şerê navxweyî bixe dewreyê
Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê û Seroka Rêxistina ESP'ê ya Stenbolê Çîçek Otlû beşdarî panelek li Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber a Stûttgartê ya AGÎF'ê bû. -
Kongreya Ciwanen Azad bi dawî bû
2. Kongreya Ciwanên Azad bi dirûşma, “Kapîtalîzmê nejî û nede jiyandin” li bajarê Koln ê Elmanya pêk hat.