PE biryar da bi her awayî destekê bide Suryaniyan

PE, ji bo nirxandina rewşa gelê Asûrî-Suryanî yê li Herêma Xabûrê û Deşta Nînova, civiya. Di civînê de biryar hat dayîn ji bo gelê Suryanî yê li Deşta Nînova û Herêma Xabûrê herêma ewlekariyê "Save Heaven" bê avakirin.

Parlamenta Ewropayê (PE), ji bo nirxandina rewşa gelê Asûrî-Suryanî yê li Herêma Xabûrê û Deşta Nînova, civiya. Di civînê de biryar hat dayîn ji bo gelê Suryanî yê li Deşta Nînova û Herêma Xabûrê herêma ewlekariyê "Save Heaven" bê avakirin.

Parlamenta Ewropayê, rewşa gelê Asûrî-Suryanî yê rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tê nirxand. Di civînê de, zerara li gelê Suryanî li Iraq û Sûriyeyê hat kirin û siyaseta tinebûnê ya li Rojhilata Navîn hat nirxandin.

Di encama civînê de biryar hat dayîn ku ji bo gelê Suryanî yê li Deşta Nînova û Herêma Xabûrê herêma ewlekariyê "Save Heaven" bê avakirin.

Her wiha Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan (MSF) a li dijî çeteyên DAIŞ'ê li cem hêzên YPG'ê şer dike û gelê herêmê diparêze, bi awayekî fermî qebûl kir û biryar da ku bi her awayekî destekê bide.