HDK: Em piştgiriyê didin greva kedkarên tenduristiyê

Meclîsa Tenduristiyê ya HDK’ê diyar kir ku tenduristî kirine bi pereyan û bal kişand ser mêtingeriya xebatkarên tenduristiyê û got ku polîtîkayên AKP’ê li pêşiya tenduristiya civakê asteng e.

Meclîsa Tenduristiyê ya HDK’ê diyar kir ku tenduristî kirine bi pereyan û bal kişand ser mêtingeriya xebatkarên tenduristiyê û got ku polîtîkayên AKP’ê li pêşiya tenduristiya civakê astenge. HDK’ê da zanîn ku ew piştgiriyê didin greva kedkarên tenduristiyê û bang li gel û kedkaran kirin.

Meclîsa Tenduristiyê ya HDK’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ew piştgiriyê didin greva kedkarên tenduristiyê ya di 13’ê Adarê de pêk tê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ew piştgiriyê didin kedkarên tenduristiyê yên ku tînin ziman tenduristî bûye bi pereyan, kedkarên tenduristiyê bê ewlehî tên hiştin û tê mêtin.

ÇAV BERDIDIN BÊRÎKA ME

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Nexweşxane kirine şîrket, bi bacên ku ji kedkaran digirin saziyan ava dikin û pêşkêşî sermayeyê dikin. Tenduristî bûye bi pereyan. Bacên ku em didin têr nake vê carê me mahkûmî bacên tenduristiyê dikin. Di her asta xizmeta tenduristiyê de çav berdidin berika me û em dizanin ku sigorteya tenduristiyê li me ferz dikin. Xebata taşeron a ji fabrîkayan destpê kir, di qada tenduristiyê de jî kirine rêbaza îstîhdamê.”

Hat gotin ku kedkarên bi ewlebûna heqdest mahkûmî heqdestê asgarî yê ku nêzî 1000 TL’yî ye û hat diyarkirin ku heqê civakî ji holê hatiye rakirin. Her wiha hat gotin ku hefteyê de 54 saet xebat kirine wek rêz û ligel vê di qada tenduristiyê de jî cînayetên kar zêde bûne.

HDK’ê  bang li hemû kedkarên tenduristiyê kirin ku di têkoşîna kedê de cih girin û  hat destnîşankirin ku ew piştgiriyê didin greva kedkarên tenduristiyê û banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.