‘Ragirtina girtiyên siyasî û edlî li heman hucreyê provokasyon e'

Endamên TAY-DER’ê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş ên bi navê Îbrahîm Tekîn û Abdulbarî Kalkan ku li girtîgeha Şakranê ne û gotin ku girtiyên edlî û siyasî ligel hev tên dermankirin.

Endamên TAY-DER’ê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş ên bi navê Îbrahîm Tekîn û Abdulbarî Kalkan ku li Girtîgeha Şakranê ne û gotin ku girtiyên edlî û siyasî ligel hev tên dermankirin.

Endamên TAY-DER a Îzmîrê bi armanca balê bikişînin ser girtiyên nexweş Îbrahîm Tekîn û Abdulbarî Kalkan ku li Girtîgeha Şakranê dimînin daxuyaniyek dan çapemeniyê.

JI BER QEBÛL NEKIR BI NIVÎNÊ VE BÊN GIRÊDAN NEHAT DERMANKIRIN

Hevserokê TAY-DER’ê Musa Karbadag diyar kir ku Îbrahîm Tekîn ji bo apnesa xewê çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurdê û li wir hatiye xwestin ku dest û lingê wî bên kelepçekirin û ji ber ku Tekîn li dijî vê derketiye nehatiye dermankirin. Karbadag got ku li heman nexweşxaneyê girtiyên nexweş yên edlî û siyasî dikin heman hucreyê.

Karbadag, bilêv kir ku girtiyê siyasî yê bi navê Abdulbahrî Kalkan ê nexweşê pençeşêra Troîd jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi hinceta li Zanîngeha Egeyê koxuşa girtiyan tineye dermankirina wî asteng dikin û got ku nexweşiya wî roj bi roj pêş dikeve. 

NE QISÎR, QESTÎ YE

Karbadag bal kişand ser polîtîkayên qirêj ên AKP'ê yên li hemberî girtiyên nexweş û wiha pêde çû: "Dema mirov berê xwe dide pêkanînên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî girtiyên nexweş ji mirinan hikûmet û dewlet 'bi qisûr' na, rasterast berpirsiyar e."

Karbadag xwest ku hemû astengiyên li pêşiya dermankirina girtiyên nexweş bên rakirin.