'Hikûmet pirsgirêka penaberiyê çareser nekir'

Serokwekîlê Koma HDP’ê Baluken têkildarî veguherandina bajarvaniyê pêşnûmeyek pêşkêşî meclîsê kir û diyar kir ku pirsgirêka koçberiya ber bi bajaran ve çareser nebûye û hikûmet dibe sedema zêdebûna koçberiyê.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Baluken têkildarî veguherandina bajarvaniyê pêşnûmeyek pêşkêşî meclîsê kir û diyar kir ku pirsgirêka koçberiya ber bi bajaran ve çareser nebûye û hikûmet dibe sedema zêdebûna koçberiyê.

Serokwekîlê Koma HDP’ê û Parlamenterê HDP’Ê yê Çewlikê Îdrîs Baluken ji bo guhertina qanûna bi madeyên 23 û 23 yên Qanûna Veguhertina Herêmên bi Karesatan re rû bi rû ye, pêşnûmeyek pêşkêşî meclîsê kir.

Baluken têkildarî veguherandina bajarvaniyê pêşnûmeyek pêşkêşî meclîsê kir û diyar kir ku pirsgirêka koçberiya ber bi bajaran ve çareser nebûye û hikûmet dibe sedema zêdebûna koçberiyê.

‘HIKÛMET BÛ SEDEMA ZÊDEBÛNA KOÇBEIRYÊ, PIRSGIRÊKA BICIHBÛNÊ ÇARESER NEBÛ’

Baluken da zanîn ku di encama polîtîkayên hikûmetê de ji sala 1950 ve koçberiya ber bi bajaran ve hatiye teşwîqkirin û di serî de li bajarên mezin ên weke Stenbol, Enqere û Îzmîrê, û li hemû bajarên mezin pirsgirêka koçberiyê nehatiye çareserkirin.

'JI BO QANÛNÊ TIŞTA PÊWÎST NEHATIYE KIRIN’

Baluken destnîşan kir ku piştî salên 1980’yan avahîdanîn zêde bûne û ji bo çareserkirina vê pirsgirêka penaberiyê Qanûna bi Jimare 2805,  piştre ev qanûn hatiye berfirehkirin û paşê qanûna Îmarê û Şevnişînê ya bi hejmara 2901 hatiye derxistin û got: “Ji bo vê qanûnê tişta pêwîst nehatiye kirin” û diyar kir ku pirsgirêk nehatiye çareserkirin.