HDP: Me pêwîstiya avabûna Heyeta Şopandinê ragihand

Heyeta HDP'ê duh bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hevdîtinek pêk anî. Hat gotin ku di hevdîtinê de pêwîstiya avabûna Heyeta Şopandinê ji Akdogan re hatiye ragihandin, lê belê nav nehatiye rojevê.

HDP'ê der barê hevdîtina duh a bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heyeta me ya ji Cîgira Serokê Komê Birêz Pervîn Bûldan û Parlamenterê me yê Stenbolê Birê Sirri Sureyya Onder, di çarçoveya danûstandinên xwe yên pêvajoya çareseriyê de, duh êvarê bi Alîkarê Serokwezîr Birêz Yalçin Akdogan re bi Meclîsê, hevdîtinek pêk aniye.

Heyeta me di hevdîtinê de nêrîn û pêşniyara li ser pêwîstiya lezgîn a avabûna Heyeta Şopandinê ji aliyê hikûmetê re ragihandiye.

Lê belê di hevdîtinê de, berevajî îdîayên di çapemeniyê de cih digirin, nav nehatiye rojevê."