HDP'ê destek da greva kedkarên tenduristiyê
HDP'ê polîtîkayên tenduristiyê yên AKP'ê rexne kir û destek da greva kedkarên tenduristiyê. HDP'ê got, "Em daxwaza kedkarên tenduristiyê weke daxwaza hevpar a hemû kedkar û bindestan dibînin."

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku ew destekê didin greva kedkarên tenduristiyê.
'EM DESTEKÊ DIDIN ÇALAKIYA MAFDAR Û REWA'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kedkarên tenduristiyê, bi hêza xwe ya ji hilberînê werdigirin ketine grevê û got, "Em vê çalakiya rewa û mafdar a kedkarên tenduristiyê destek dikin."
HDP'ê diyar kir ku 'polîtîkayên tenduristiyê' yên hikûmeta AKP'ê tê wateya talankirina mafên tevahiya civakê û da zanîn ku mîna hemû kedkaran mercên xebatê yên kedkarên tenduristiyê jî roj bi roj nebaş dibin.
HDP'ê da xuyakirin ku kedkar bi heqdestekî kêmî 1000 TL'yî tên mehkûmkirin û destnîşan kir, ku xebata 54 saetan a hefteyê, ji bo kedkaran veguherandine pîvanekê.
HDP'ê got, "Em dixwazin dawî li bêewlehiya kar û mercên nebaş ên xebatê yên kedkarên tenduristiyê, were anîn. Em daxwaza kedkarên tenduristiyê weke daxwazên hevpar ên hemû bindest û kedkaran dibînin" û ji bo kedkarên tenduristiyê yê di grevê de, banga desteka aktîf kir.