Yên li dijî barbariya DAIŞ'ê ji bo parastina gelê Asûrî-Suryanî têkoşiyan, li Swîsreyê wê bi girtinê werin cezakirin. Endamê Konseya Leşkerî ya Suryaniyan (MFS) Johan Cosar ê piştî vegera Swîsreyê hat binçavkirin, bi cezayê ragirtina 3 salan re rû bi rû ye.
Li gorî nûçeya di rojanemeya Blick de cih girt ku weke çavkanî televîzyona RSI tê nîşandan, Johan Cosar ê di sala 2012'an de çû Kantona Cizîrê, destek da têkoşîna gelê sivîl û piştre tevlî MFS bû, hat binçavkirin. Cosar ê li Baselê di trenekê de hat binçavkirin, piştre ji aliyê dozgeriya leşkerî ve hatiye lêpirsîn.
DIBE KU 3 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ LÊ WERE BIRÎN
Cosar ê ku demekê di nava artêşa Swîsreyê de perwerde da, tê gotin ku wê li gorî xala 94. a Qanûna Ceza ya Leşkerî were darizandin. Li gorî vê xalê, welatiyên Swîsreyê bêyî destûra Hikûmeta Federal nikare tevlî şerekî li derveyî welat bibin û di rewşeke berevajî de cezayê 3 salan ê girtîgehê dikare lê were birîn.
Tevî cezayê girtîgehê, cezayê pere jî li van kesan dikare bê birîn. Lê belê biryara Hikûmeta Federal a ji bo welatiyekî Swîsreyî li derveyî welat şer bike, herî dawî di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de hatibû dayîn.
JI BO ŞER BIKE NE ÇÛBÛ
Johan Cosar ê li Swîsreyê hat binçavkirin, di sala 2012'an de dema xeteriyeke mezin li ser gelê Suryanî hebû çûbû herêma Cizîrê. Li vir, ji bo demekê karê rojnamevaniyê kiribû. Dema gefa komkujiyê li hemberî gelê Asûrî-Suryanî derket holê, tevlî Konseya Leşkerî ya Suryaniyan (MFS) a li dijî çeteyan şer dike, bûbû.
Cosar ragihand ku bi tevlîbûna li têkoşîna li dijî DAIŞ'ê re wî xwestiye mafên etnîkî û olî yê gelê xwe biparêze û destnîşan kir ku armanca wî ya bingehîn ewlekariya gel, parastina ziman û çanda Xirisityaniyê bû.
Cosar herî dawî di payîzê de weke Fermandarê MFS hevpeyvînek dabû û anîbû ziman ku ji bo rizgariya 150 gundên li derdora Til Hemîsê ew têdikoşin. Til Hemîs û derdora wê çend hefte berê di encama operasyonên hevpar ên YPG/YPJ û hêzên Ereb û Suryanî, ji çeteyên DAIŞ'ê hatibû rizgarkirin.
Li gorî agahiyên di medya Swîsreyê de cih digire, zêdeyî deh ciwanên Suryanî yên welatiyên Swîsreyê, ji bo parastina nirxên gelê xwe li Rojava û Iraqê têdikoşin.