Malbata Karakoç vê carê li dijî demboriyê têdikoşin

Hasan Karakoç yê ku ev 20 sal e ji bo kujerên birayê Ridvan Karakoç bê cezakirin hewl dide, niha jî ji bo dosya nekeve ber demboriyê têdikoşe.

Hasan Karakoç ê ev 20 sal e ji bo kujerên birayê Ridvan Karakoç bê cezakirin hewl dide, niha jî ji bo dosya nekeve ber demboriyê têdikoşe. Karakoç da zanîn ku 15 roj berê serî li Dozgeriya Komarê ya Beykozê dane û got ku niha pêşî li xetereya demboriyê girtine û wiha axivî: “ Çi dibe bila bibe, em pey kujeran bernadin û em demboriyeke heyî nas nakin.”

Ridvan Karakoç di sala 1990’î de ku li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên li dijî gelê Kurd dihat meşandin têkoşîn dimeşand, hat binçavkirin û di binçavan de yek ji hezaran kesên ku hat windakirin bû. Karakoç ê di xebatên Navenda Çanda Mezopotamya û partiyên siyasî yên Kurd de cih digirt, rastî tehdîdan hat û herî dawî di 15’ê Sibata 1995’an de ji bo hevdîneke bi hevalê xwe re çibû Gazîosmanpaşayê.

CESEDÊ WÎ LI DARISTANÊ HATIBÛ DÎTIN

Hasan Karakoç ku ev 20 sal e her rojên Şemiyan bi xizmên windayan yên Qada Galasarayê re nobeta edaletê digire, ji ANF’ê re axivî..

Karakoç da zanîn ku cesedê birayê wî bi awayekî ku îşkence lê hatibû kirin di 1995’an de ji aliyê gundyan ve li daristana Beykozê hatiye dîtin û ji aliyê cendermeyan ve li goristana bêkesan hatiye definkirin. Karakoç da zanîn ku aqubeta birayê wî di encama têkoşîna malbata Hasan Ocak de derketiye holê û got: “Em wê demê li her derê li birayê min digerin. Malbata Ocak, dema li kurê xwe Hasan Ocak digeriyan, dozgeriyê dosyayekê tîne hemberî wan û wêneyên Ridvan li wir dibînin. Destpêkê wêne dişibînin Kemal Bîlge ku ew jî di binçavan de hatiye windakirin. Lê di encama lêkolîna parêzvanên mafê mirovan û rojnamegeran de derket holê ku wêne yê birayê min e. Me ev rastî 3 meh şûnde hîn kir.”

KUJER POLÎSÊN KU LI GAYRETTEPEYÊ YÊN LI MASEYA PKK’Ê DINÊRIN BÛN

Karakoç got ku cesedê birayê xwe ji goristana bêkesan derxistine ligel merasîmekê li goristana taxa Gaziyê definkirine. Li gorî Karakoç kujerên birayên wî polîsên ku wê demê li Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya li Gayrettpeyê yên li maseya PKK’ê dinihêrtin bûne.

Karakoç wiha got: “Salek beriya birayê min bê qetilkirin yanî di 1994’an de rojekê polîsên girêdayî Gayrettepeyê bi ser mala me de girtin. Li Ridvan digeriyan. Mala me serobino kirin. Tiştek nedîtin. Ji dola min êlekê min yên neçîrê hincet nîşan dan û ez binçavkirim. 14 rojan îşkence li min kirin.  Hewl dan min ewraqê bidin îmzekirin. Min qebûl nekir û ez rastî îşkenceyên giran hatim. Der barê Ridvan de jî biryara girtinê derxistibûn. Piştî birayê min ev bihist nehat malê.”

EV 20 SAL E DOSYA DI REFAN DE TÊ SEKINANDIN

Karakoç destnîşan kir ku birayê wî herî dawî di 15’ê Sibata 1995’an de li hevalê xwe Îsmaîl Adanmiş digere û li Gazîosmanpaşayê randevuyê dide û got: “ Îsmaîl li me geriya, got dema çûye cihê bûyerê, her der ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.  Me serî li dozgeriya Beykozê da lê dosya ev 20 sal e di refan de tê sekinandin. 15 roj berê ji bo ku dosya nekeve ber demboriyê em bi kesên ku birayê min nas dikin re ketin têkiliyê û me dosyayek ku ji vegotinên wan pêk dihat amade kir û pêşkêşî dozgeriya Beykozê kir. Dozger xwe amade dike ku careke din îfadeyan bigire û ji bo dosya dîsa bê nîqaşkirin şandina Maseya Cînayetê. Me niha pêşî li demboriyê girt.”

Karakoç da zanîn ku niha pêşî li demboriyê girtine lê çi dibe bila bibe ew ê pey kujeran bernedin û got ku ew demboriyek heyî nas nakin û qebûl nakin.