Aydogan: Kê plakayên wesayîtên zirxî li Amedê jêkirin?
Parlamentera HDP’ê Aydogan, diyar kir ku piştî li Cizîrê li Amedê jî wesayîtên zirxî bê plaka digerin û mijar anî rojeva Meclîsê.

Parlamentera Amedê ya HDP’ê Nûrsel Aydogan, têkildarî wesayîtên zirxî yên bê plaka yên li Kurdistanê pêşnûmepirsek da Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala.
Aydogan a HDP'yî ev pirs ji Wezîr Ala kir:
"Wek wezaret ji bo wesayîtên zirxî yên li Amedê bê plaka bin talîmateke we çêbûye?
Wek wezaret eger talîmata we ji bo wesayîtên zirxî li tax û navenda Amedê bê plaka bin, talîmata we tinebe ev plaka ji aliyê kê we hatine jêkirin? Ji bo wesayîtên zirxî yên bê plaka ji aliyê wezareta we ve lêkolînek hatiye destpêkirin?
Encama lêkolîna talîmata wesayîtên zirxî bê plaka bin ku di bûyerên li Cizîrê ku bûn sedema 4 jê zarok 6 kes jiyana xwe ji dest bidin û di bûyeran de wesayîtên zirxî yên bê plaka ku li gelek nuqteyên Cizîrê digerin çi ye?”