Derket holê ku nivîskarê Rojnameya Yenî Şafakê Yasîn Aktay li Wanê tevlî civînekê bûye, bang li aliyê Îslamî kiriye ku ‘li dijî PKK’ê çekan rakin’. Nûnerên Saziyên Civaka Sivîl bertek nîşanî Aktay dan û civîn terk kirin.
Nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê Yasîn Aktaş, li Wanê bi rêxistinên civaka sivîl ên Îslamî re hate cem hev û daxwaz kir ku li dijî PKK’ê têkoşîna çekdarî bê meşandin.
‘HÛN NE MECBÛR IN LI GOR QANÛNAN TEVBIGERIN’
Li gorî kesekî ku tevlî civînê bûye Aktay gotinên weke ‘Dewlet neçare li gorî qanûn û nîzamê tevbigere, lê li dijî PKK’ê pirsgirêkek wisa tine. Ji ber vê jî hûn Misiliman eger li benda dewletê bisekinin wê PKK we tine bike. Hûn ne mecbûr in li gorî qanûn û nîzamê tevbigerin. Tiştên ku dewlet nekare bike divê hûn bikin. Divê hûn tedbîrên xwe parastina xwe bigirin. Ev jî ancax bi çekgirtinê mimkun e’ bikar aniye.
22 NÛNERÊN SAZIYÊN CIVAKA SIVÎL
Li ser van gotinên Aktay 22 nûnerên Saziyên Civaka Sivîl gotine ‘Niyeta we ev e ku hûn di navbera Kurdan de pevçûnê bidin destpêkirin. Hûn me Kurdan tînin rû hev û hûn ê jî li Enqereyê siyaseta vê bikin. Ne mimkun e ku em tiştekî wisa qebûl bikin.’ û civîn terk kirine. Hat hînbûn ku hinek kesên nêzî HUDA-PAR’ê bi vegotinên Aktay îqna bûne.