Parlamenta Ewropa: Divê Rojava were destekkirin

Parlamenta Ewropayê di biryara xwe ya li ser gefa çeteyên DAIŞ'ê de, hêzên YPG û pêşmergeyan ji ber berxwedana nîşan dan, pîroz kir. PE di biryara xwe de diyar kir ku Rojava li gorî pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî tevdigere û divê were destekkirin.

Parlamenta Ewropayê (PE) di biryara xwe ya li ser gefa çeteyên DAIŞ'ê de, hêzên YPG û pêşmergeyan ji ber berxwedana nîşan dan, pîroz kir. PE di biryara xwe de diyar kir ku Rojava li gorî pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî tevdigere û divê were destekkirin. Her wiha bang li Tirkiyeyê jî hat kirin ku li dijî DAIŞ û çeteyên mîna wê, bi berpirsyarî rabe.

YPG HAT PÎROZKIRIN

Parlamenta Ewropayê (PE) bi biryareke hevpar peijrand ku li Hesekê, Asûrî rastî komkujiya DAIŞ'ê hatine. Di biryarê de YPG, pêşmerge û komên Kurd, ji ber têkoşîn û berxwedana xwe, hatin pîrozkirin.

Parlamenta Ewropayê, şervanên Asûrî-Suryanî yên li gel YPG'ê li dijî DAIŞ û çeteyên mîna wê têdikoşin pîroz kir û bi taybetî jî YPG, ji ber berxwedan û serketina mezin a li Kobanê li hemberî dagirkerên DAIŞ'ê nîşan da, pîroz kir.

'DIVÊ ROJAVA WERE DESTEKKIRIN'

Di biryara ku piştî gotûbêjên berfireh ên li Civata Giştî ya PE bi dengekî zêde hat qebûlkirin de hat destnîşankirin, ku Rojava xwedîderketina li mafên mirovan ên gerdûnî û hindekahiyan pejirandiye û li herêmê hêzeke derdikeve pêş e. Her wiha hat ragihandin ku divê Rojava û hikûmeta Başûrê Kurdistanê, hîn bêhtir ji aliyê YE, NY û dewletên endam ve bên destekkirin.

Di biryarê de hat ragihandin ku li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Sûriye û Iraqê bawermendên Xiristiyan, Êzidî, mirovên ji bawerî û gelên cuda rastî polîtîkayeke tinekirinê ya rêk û pêk tên û li hemberî van xeteriyan bang li Yekîtiya Ewropa (YE), dewletên endam û Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin, ku tedbîran werbigirin. Di biryarê de hat gotin ku hejmara Xiristiyanên li herêmê gelekî kêm dibe û ji hêzên koalîsyonê, NY û YE hat xwestin ku pêşî li vê bigirin.

'DIVÊ DCN BIKEVE NAVA TEVGERÊ'

Hat destnîşankirin ku di serî de DAIŞ, rêxistinbûyînên Salafîst-Vahabîst bi pêkanînên xwe yên dîlgirtin, revandina mirovan, jêkirina serê mirovan û komkujiyan re sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê dikin, her wiha tevlî sûcê qirkirinê bûne û ji Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) û saziyên navneteweyî hat xwestin, ku li hemberî vê bikevin nava tevgerê.

BANGA LI TIRKIYEYÊ

Di biryarê de hat diyarkirin ku dewletên weke Erebîstana Siûdî û Qatar divê dest ji destekkirina terorîzmê berdin û bang li Tirkiyeyê hat kirin, ku di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê û hêzên mîna wê de roleke erênî bilîze. Di biryarê de hat destnîşankirin, ku pêwîste dewletên endamê YE û NATO, peyamên pêwîst bigihînin derdorên pêwendîdar.

'GIRÎNG E ALÎKARÎ YEKSER BÊ KIRIN'

Hat gotin ku di serî de YE, divê hemû hêzên navneteweyî rê û rêbazekê bibînin ku alîkariyê yekser bigihînin mexdûrên li Sûriye, Iraq û dewletên din ên herêmê, di rewşeke berevajî de mirovên mexdûr bûne wê nikaribin ji alîkariyê sûdê werbigirin.

Di biryarê de bal hat kişandin ser êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî mîrateya çandî û nirxên arkeolojîk ên ji hin şaristaniyan ji mirovahiyê re mane û hat ragihandin ku li Iraq û Sûriyeyê DAIŞ û hêzên weke wê bi sedan dêr û îbadetxaneyên baweriyên cuda rûxandine û hat xwestin, ku ji bo pêşî li vê were girtin, tedbîrên pêwîst werin girtin.