ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kongreya Ciwanen Azad bi dawî bû
2. Kongreya Ciwanên Azad bi dirûşma, “Kapîtalîzmê nejî û nede jiyandin” li bajarê Koln ê Elmanya pêk hat. -
Demîrtaş: Em nabin asteng, AKP gav navêje
Hevserokê Giştî yê HDP'ê di civîna hevserokên bajaran de axivî, got, "Hikûmet dibêjê me pêşiya çareseriyê girtiye. Gelo we kîjan gav avêt em li hemberî derketin? Ez dixwazim Birêz Davutoglu bipirsim?" -
Yildirim ê sewqî Îmraliyê hat kirin şandin Boluyê
Girtiyê bi navê Mehmet Saît Yildirim ê ku yek ji girtiyên sewqî Îmraliyê li cem Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin bi sedema ku nexweş e, careke din birin Girtîgeha Tîpa F a Boluyê. -
Şoreşa jinê ya li Rojava di rojeva Forûma Civakî ya Cîhanê de ye
Şoreşa Rojava û Berxwedana Jinên Kurd, mora xwe li 12. Forûma Civakî ya Cîhanê xist, ku di 24'ê Adarê de li Tûnisê destpê kir. -
Ji KRHKE biryara destekkirina Kobanê
Buroya Bicihanînê ya KRHKE, derbasbûna bi serbestî jî di nav de xwest korîdoreke mayînde û derfetên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê werin afirandin. Heyetên beşdarî civîna civata giştî bûn, biyar erê kirin. -
Hunermendan ji ber talankirina NÇA gilî kirin
Hunermendên di roja Şanoyê ya Cîhanê de bi şîara ‘Em NÇA’yê dixwazin’ li ber Edliyeya Çaglayanê hatin cem hev, lijî talankeriya AKP’ê serlêdana sûc kirin. -
Zanyar û lêkolînerên ji 20 welatan wê nêrînên Ocalan nîqaş bikin
Li Hambûrgê, di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Ocalan de bi dirûşma "Dijderketina li Modernîteya Kapîtalîst 2' wê di 3-5'ê Nîsanê de konferansek were lidarxistin. Ji 20 welatên cîhanê wê gelek zanyar û akademîsyen beşdarî konferansê bibin. -
Li Cenevreyê wê mijara Şengalê bê nirxandin
Di civîna Civata Giştî Giştî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de, ku li bajarê Swîsre Cenevreyê tê lidarxistin, têkildarî sûcên mirovahiyê yên ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengal û Başûrê Kurdistanê pêk aniye de dosyayek hat pêşkêşkirin -
AKP bi destê TOKÎ Yarimbûrgaz pêşkêşî dewlemendan dike
Taxa Yarimbûrgaz a li ser rêgeha projeya Kanal Îstanbûl e, derket holê ku ji aliyê Şaredariya AKP'yî ya Kuçukçekmece ve bi destê TOKÎ pêşkêşî dewlemendan tê kirin. -
Pakêta 'Ewlekariya Hundir' li Meclîsê hat qebûlkirin
Pakêt 'Ewlekariya Hundir' a ku kuştin jî di nav de erkên super dide polîsan, li dû rûniştina heta ber destê sibehê, li Meclîsê hat qebûlkirin. -
‘Lîseya Elewiyan ancax wê Xizir Paşayên nû perwerde bike’
Hîmê ‘Lîseya Anadolu ya Haci Bektaş Velî’ ku li Tirkiyeyê yekem e, di rojên buhrî de hat danîn. Li dijî projeyê bertekek din jî ji Komeleya Elewî ya Demokratîk a Îzmîrê (ÎDAD) hat. ÎDAD’ê proje, şiband ‘hespê truva’. -
Ji HDP’ê ji bo pevçûnên li Yemenê daxwaza hevdîtina giştî ya Meclîsê
HDP’ê ji ber pevçûnên dijwar ên li Yemenê ji bo gotûbêjkirina helwest û pozîsyona hikûmeta AKP’ê ya li hemberî van pevçûnan daxwaza hevdîtina giştî ya meclîsê kir. -
Li Kîelê xebatên hilbijartinê
Li bajarê Elmanya Kîelê, komîsyona hilbijartinê ya ji bo 7'ê Hezîranê hat avakirin, lez da xebatên xwe yên ji bo tespîta hilbijêrên qeyidkirî. -
'Birêz Ocalan gel nêzî aştiyê kir'
Endamê Desteya Rêveber a DÎDF'ê Ozdemîr destnîşan kir ku peyama Ocalan û hilbijartinên 7'ê Hezîranê dikare 'bihara gelan' bi xwe re bîne. -
Suryaniyan li dijî DAIŞ’ê dest bi greva birçîbûnê kirin
Asûrî-Suryaniyan bi armanca protestokirina komkujî û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gundên Asûrî-Suryanî yên Hesekê û Til Temîr, duh dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Heyeta Kobanê li KRHKE rastî eleqeyeke mezin hat
Şaredarê Kobanê yê ji bo rûniştinên civata giştî ya Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê (KRHKE) li Strasbourgê hat vexwendin, li eleqeyeke mezin rast hat. -
PGDM: Naskirina Seyfo ji aliyê Ermenîstanê ve gelên me bêhtir nêzî hev kir
Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (PGDM) da xuyakirin ku biryara dîrokî ya Êrîvanê, gelên Ermenî û Suryanî yên heman trajedî hat serê wan, bêhtir nêzî hev kiriye. -
Li Şaredariya Pêrtagê tifaqa qirêj a AKP-CHP’ê!
Şaredariya Pêrtagê ya AKP’î 8 mamoste û 3 xebatkarên şaredariyê ji kar derxist. Li dijî mamoste û karkerên ku mijar birin darazê, endamê Meclîsa Navçeyê yê CHP’ê parêzer Oguz Dîlek parastina şaredariyê girt ser xwe. -
HDP: Li derveyî welat bibe dildarê HDP'ê
Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Ewropayê banga "Li derveyî welat bibe dildarê HDP'ê" li hemû Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir. -
KCD-E banga xwe qeydkirinê li hilbijêran kir
Hevseroka KCD-E Dilşah Osman bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir, ku qeyda xwe ya ji bo hilbijartinê bikin. -
Şaredarê Lorîentê: Ez heyranê têkoşîna gelê Kurd im
Şaredarê Lorîentê Norbert Metaîrîe got, "Kurdan bi têkoşîna xwe ya mirovahiyê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê re, dersa mirovahiyê da me hemûyan." -
Li 19 navendên Elmanyayê wê çalakiyên piştevaniya HDP'ê pêk werin
Li Elmanyayê, piştî 29'ê Adarê, şev û panelên piştevaniya HDP'ê tên lidarxistin. -
Aydogan: Ji ber polîtîkayên neolîberal GAP bi dawî nebû
Parlamentera HDP’ê Nûrsel Aydogan têkildarî pirsyarnameya HDP’ê ya der barê Wezîrê Xurek, Çandî û Ajalvaniyê Mehdî Eker de dabû meclîsê, axivî. -
'Naskirina Qirkirina Suryaniyan hêz da gelê me'
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) der barê biryara Ermenîstanê ya li ser naskirina Qirkirina Suryaniyan de got, "Di salvegera 100. de naskirina Qirkirina Suryaniyan ji aliyê Ermenîstanê ve, ji bo têkoşîn û gelê me xwedî girîngiyeke mezin e." -
Ji bo namzetiyê 1.501 serlêdan li HDP'ê hatin kirin
Di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de 342 jê jin 1.501 kes, ji bo ji HDP'ê bibin parlamenter serlêdana bernamzetiyê kirin.