Li Edeneyê binçavkirina bi zora çekê
Hat ragihandin ku li Edeneyê 17 kes ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin. Di dema binçavkirinan de polîsan çek li welatiyan kişandin.
Hat ragihandin ku li Edeneyê 17 kes ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin. Di dema binçavkirinan de polîsan çek li welatiyan kişandin.
Polîsên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Edeneê avêtin ser malên li taxên Gulbahçe, Daglioglû, Anadolû û Mîsîs ên navçeyên Seyhan û Yuregîrê. Li gorî agahiyên heta niha hatine bidestxistin, HDP'yî jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin. Polîsan di dema serdegirtinan de deriyê hin malan şikandin.
Welatiyên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê.
Nasnameya hin ji binçavkiriyên bi zora çekê hatin binçavkirin wiha ye: EndamêMeclîsa HDP'ê Cemîl Demîr û Mûstafa Azboy, Mevlît Kutlî, Agit Yagiz, Emre Yagiz, Ergîn Ozer, Mûstafa Ozer, Osman Ozer, Halef Ozer, Bahrî Kaplan, Ferhat Kaplan, Şahîn Tan, Alî Kaya û Ş.A. yê 17 salî."