Beştaş: Destên xwe ji hêzên demokratîk bikişînin

Meral Daniş Beştaş a HDP'yî nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û got, "Xuyaye zîhniyeta qîma xwe bi kuştinê neanîn, hewl dide bi operasyonên binçavkirinê re bitirsîne."

Alîkara Hevserokên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, der barê operasyonên qirkirina siyasî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Beştaş diyar kir ku hedefa operasyonên bi navê "Operasyona mezin li dijî DAIŞ'ê" tê meşandin, careke din ciwanên welatparêz, şoreşger û demokrat in" û ev xal destnîşan kir:

"QÎMA XWE BI KUŞTINÊ NEANÎN!'

"Yên ku her roj li pêşberî barbarên DAIŞ'ê partiya me hedef nîşan didin, vê carê hêzên welatparêz, şoreşger û demokrat hedef girtin û li 19 bajaran operasyonên binçavkirinê pêk anîn. Rastiya ku hewl tê dayîn weke îdîaya operasyona li hemberî endamên DAIŞ'ê tê kirin bê nîşandan, operasyona desthilatdariyê ya çavtirsandina partiya me, hêzên şoreşger û demokrat e. Xuyaye zîhniyeta qîma xwe bi kuştinê neanîn, hewl dide bi operasyonên binçavkirinê re bitirsîne.

Di rewşeke ku xwîna 32 ciwanên me yên li Pirsûsê hatin qetilkirin, ku di nav de endamekî me yê Meclîsa Partiyê, hevserokê navçeyeke me û rêveberê me yê bajêr jî heye, hînê li erdê ziwa nebûye de, li hemberî heval, hevrêyên van ciwanên me operasyon îro hatin meşandin. Di encama van operasyonan de li gorî tespîtên me li 19 bajaran, mirovek hatiye kuştin, li gelek kesan îşkence hatiye kirin, bi qasî 200 welatparêz, demokrat û şoreşger hatine binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de Hevserokê me yê Bajarê Îdirê, rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan, gelek encamên ciwanên HDP'ê hene.

Ev operasyonên ku piştî komkujiyê nehişt gelên me şîna xwe bike, dûrî ji wijdanê bi armancên siyasî hatine kirin. Desthilatdariya siyasî ji bo berpirsyariyê ji ser xwe biavêje, divê dest ji siyaseta êrîşê berde. Heta ku kiryarên komkujiya Pirsûsê bê dîtin, berpirsyarên komkujiyê bên ronîkirin, divê ev operasyon tavilê bên rawestandin û yên hatine binçavkirin serbest werin berdan. Pîvanên demokrasî, edalet û aştiyê yên hat xwestin li Pirsûsê bên qetilkirin, bi binçavkirin û girtinan tê naçin.

'LI DIJÎ ZÎHNIYETA BARBAR TÊBIKOŞ IN'

Weke Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê em bang li Hikûmeta Demkî dikin; di serî de endamên partiya me destên xwe ji hêzên demokratîk ên ji bo demokrasî û aştiyê têdikoşin bikişînin û tavilê binçavkiriyan serbest berde. Hûn nikarin komkujiya li Pirsûsê bi binçavkirinên li derveyî hiqûqê û girtinan binixumînin. Li şûna ku hûnê li hemberî mexdûran û hevalên mexdûran operasyonên çavtirsandinê bimeşînin, li hemberî zîhniyeta barbar a şerxwaziyê dike û komkujî pêk aniye, têbikoş in."