Endamên DAIŞ'ê li Narlidere ya Îzmîrê, li cihên cuda malan kirê dikin û bi hêsanî xebatên rêxistinbûyînê dimeşînin. Rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî yên li Îzmîrê nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin ku ji ya biqewime Emniyeta Îzmîrê berpirsyar e.
Xebatên çeteyên DAIŞ'ê yên li Îzmîrê ku ANF'ê duh bi nûçeya xwe ya bi serenavê 'çeteya bi îmtiyaz DAIŞ' xist rojevê, rastî nerazîbûnan hat.
'LI PIŞT WAN OTORÎTEYA DEWLETÊ HEYE'
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin ku eger çeteyên DAIŞ'ê li taxa Înonu ya 2. a Narlidere ewçend tirs û terorê li derdorê dikin, hingî li pişt wan destekeke xurt heye û got, "Li gorî vegotinên welatiyan, li pişt van kesan destekeke xurt a emniyetê heye. Ji ber ku ev kesên hejmara wan kêm e, eger ewçend ji xwe bawer bi dilrehetî tevdigerin, wê demê divê li pişt wan otorîteya dewletê hebe." Kurkçu anî ziman ku ew ê bi rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê re li ser mijarê lêkolînan bikin.
'VEGOTIN TIRSNAK IN'
Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Dîlek Aykan anî ziman ku piştî Rêxistina HDP'ê ya Narlidere agahî daye wan ew çûne taxê û got, "Şêniyên taxê îdîa dikin ku hucreya DAIŞ'ê heye. Bangên kesên li wê malê dijiyan ên bi rêya Facebook û medya civakî dikin û vegotinên şêniyên DAIŞ'ê piştrast dikin ku mala hucreyê ya DAIŞ e. Hat gotin ku rojek beriya gefxwarina li ensafê HDP'yî, komeke qelebalix ji malê derketiye. Bi taybetî vegotinên ciwanan ên li ser narkotîkê, gelekî tirsnak in."
'FIKAR Û GUMANÊN CIDÎ HENE'
Aykan anî ziman ku ew ciwanên hewl dihat dayîn bên xapandin û malbatên ji rewşê aciz re axivîn û got, "Fikar û gumanên cidî yên malbatan hene. Gelekî ditirsin ku zarokên wan tevlî DAIŞ'ê bibin, zarokên wan bên xapandin. Di vê mijarê de bêçare ne."
'TEVÎ KU ÎXBAR HAT KIRIN POLÎSAN LI DERÎ JÎ NEDAN'
Aykan bal kişand ser kêmasiya ewlekariyê û diyar kir ku her çend şêniyên taxê gelek caran îxbar kirin jî polîsan hînê li malê lêkolîn nekirin, li derî nexine û destnîşan kir ku emniyet destekê dide vê malê. Aykan bang li Wezareta Karên Hundir ku bi erka xwe rabe û got, "Eger giliyên der heqê vê malê de hatin kirin hatibûna nirxandin û bi ser de biçûya, dibe ku pêşî li komkujiya li Pirsûsê bihata girtin. Bi rêya parlamenterên HDP'ê yên Îzmîrê em ê vê mijarê bixin rojeva Meclîsê. Em ê dest ji mijarê bernedin."
'EM DIXWAZIN DER BARÊ MIJARÊ DE LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN'
Nûnerê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Herêma Egeyê Alî Aydin da zanîn ku DAIŞ rêxistineke terorê ya çekdar e û got, "Eger rayedarên dewletê vê weke rêxistineke terorê dibîne, hingî divê li gorî vê tevbigere. Divê tevgera van asteng bikin. Tevî şahidî û giliyên şêniyên taxê jî, destwernedana polîsan li malê, hevkariya vî sûcî ye û di vir de wezîfedarên dewletê sûc kirine. Em weke ÎHD dixwazin ku der heqê derdorên gefê li mafê jiyanê yê civakê dixwin de, lêpirsîn were destpêkirin."
'DIVÊ MALBAT SERÎ LI DOZGERIYÊ BIDIN'
Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Azad Mecît Yildirim da xuyakirin ku divê şahidên bûyerê li dozgeriyê gilî bikin û got, "Ji ber narkotîkê dikarin gilî bikin. Di vê mijarê de dikarin bikevin nava tevgerê. Qeyda deng a li nûmaraya 155 hatiye gerîn, dikare bê derxistin. Pêwîste şêniyên taxê serî li dozgeriyê bidin."