Polîsan xwestin bi zorê îfadeya birîndaran bigirin

Polîsan, ji bo lêpirsînê tarî bikin xwestin bi zorê ji ciwanên di komkujiya li Pirsûsê de birîndar bûn û malbatan îfadeyê bigirin. Lê rêveberên ESP'ê pêşî li vê kêfiyeta polîsan girtin. Polîsan jî gef li rêveberên ESP'ê xwarin.

Polîsan, ji bo lêpirsînê tarî bikin xwestin bi zorê ji ciwanên di komkujiya li Pirsûsê de birîndar bûn û malbatan îfadeyê bigirin. Lê rêveberên ESP'ê pêşî li vê kêfiyeta polîsan girtin. Polîsan jî gef li rêveberên ESP'ê xwarin.

Polîs hewl didin bi zorê ji ciwanên di komkujiya li Pirsûsê de birîndar bûn û li nexweşxaneyê tên dermankirin û malbatên wan îfadeyê bigirin.

Polîsên hatin cem malbatên li benda zarokên xwe yên tên tedawîkirin disekinin, ji malbatan re gotin, "Em ê agahiyan werbigirin" û xwestin wan bibin midûriyeta emniyetê.

Polîs hat cem bavê Mert Comert ê rewşa wî giran e û li unîteya lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê tê ragirtin û xwestin wî bibin emniyetê. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê Dînçer Ergun û endamê Meclîsa Partiyê ya ESP'ê Ayhan Yener ên li cem bav Comert bûn gotin, "Hûn nikarin îfadeya bavekî ku kurê wî di rewşeke xetere de ye." Polîsên Tirk jî gef li rêveberên ESP'ê xwarin û got, "Hûn zehmetiyan derdixînin pêşiya me, em zehmetiya zehmetiyan dikarin derxînin. Em ê bihêlin ku ev der ji we re teng be, hûn nikaribin lê bisekinin."

Polîs piştre ji hewşa nexweşxaneyê çûn û xwestin biçin cem Comert ê di beşa lezgîn de ye, lê nikarîbûn xwe bigihînin cem wî.

Hat ragihandin ku polîsên sivîl bang li malbatên birîndar jî kirine û xwestine biçin emniyetê.

Polîsan tevî malbatan hewl dan îfadeya birîndaran jî bigirin, lê malbatan nehiştin polîs biçin cem xizmên wan.

Hat destnîşankirin ku polîs, ji bo lêpirsîn li ser teqîna li Pirsûsê neyê vekirin, di nava hewldanan de ne.