Ji bo mîtînga li Stûttgartê banga tevlîbûnê
Platforma Yekîtiya Hêza Demokratîk a Stûttgartê, ji bo meş û mîtînga 25'ê Tîrmehê banga beşdariyê kir.

Di daxuyaniya platformê de hat gotin, "Li pêşberî şehîdên xwe, canên xwe, ciwanên xwe yên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ji bo tevlî ji nû ve avakirina Kobanê bibin ketin ser rê lê li Pirsûsê di êrîşa bombeyî de hatin qetilkirin, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."
'BERPIRSYARÊN KOMKUJIYÊ DAIŞ Û AKP NE'
Platformê da xuyakirin ku berpirsyarên Komkujiya Pirsûsê çeteyên DAIŞ'ê û hikûmeta AKP'ê ne û got, "Em bang li her kesên ji xwe re dibêje mirov im dikin ku tevlî meşa me bibin û ji bo tevlîbûnê bikevin nava hewldanan. Tu jî tevlî meş û mîtînga ji bo lanetkirina qetlîamkeran bibe.
Dem: 25'ê Tîrmeha 2015, Şemî
Cih: Lautenschlagerstr/Stuttgart (Pêşiya Haûptbahnhof a Stûttgartê)
Saet: 16:30"